Li paytexta Misirê li Qahîrê, televizyonekê duh bi meha remezanê re dest bi weşanê kir. Taybetiy vê televizyona bi navê “Mariya” ew e ku, hemû xebatkarin televizyonê jin in û hemû jin jî, bi pêçe û fote ne. Di vê kanala rengin(!) de, her tişt ji aliyê jinên bi fote ve tê bikaranîn û bicihanîn.
Dîsa, em bibêjin kanalê xest ku bi jinekê re hevpeyvînê çêbike. Li gorî pîvanên kanala Mariya, pêwiste a ku jêre hevpeyvin dike were kirin jî foteyê girêbide.
Tenê xwediyê kanalê mêr e.
Têbinî : Dema we xwest hûn televizyona Mariya temaşe bikin, ne pêwiste hûn foteyê girêbidin. Kanalê hîn ferz nekiriye, “yên ku me temaşe dikin jî bila bi çarşev bin.”