Serrûpel Nûçe Dostê gelê Kurd xatirê xwe ji Kurdistanê xwest

Dostê gelê Kurd xatirê xwe ji Kurdistanê xwest

Belav bike
serdana dîwana civata wezîrê Kurdistanê kir û ji aliyê Nîçîrvan Ehmed serokê dîwana civata wezîran ve hat pêşwazî kirin.

Di dîdarekê de, Fredrîk Tîso dostê dêrînê gelê kurd, behsa karê xwe yê li herêma Kurdistanê kir û got ku wî bidilxweşî ve karê xwe weke konsulê Fransayê li Hewlêrê qetand. Ji bo wê alîkariya hikûmetê pê re kir, Tîso sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir û di heman demê de piştgirî û hevahengiya hikûmeta Kurdistanê digel npneratî û ofîsên welatên biyanî li herêma Kurdistanê bilind nirxand.

Nêçîrvan Ehmed serokê dîwana civata wezîran kar û xebatên konsulê Fransayêl yê Hewlêrê bilind nirxandin û got ku, ji bilî sazkirina gelek çalakiyên hunerî, redebî û kulturî, Tîso rolekî giring di pêşxistina têkeliyên herêma Kurdistanê digel Fransayê hebû.