Li Karabaglara ku bi bajarê Îzmirê ve girêdayiye, polîsekî gule berdane ser 3 ciwanan û her sê ciwan û hemwelatiyekî din birîndar kirin. Bûyer, li ber çavan pêk hatiye. Emrah Barlakê ku giran birînar bû, jiyana xwe wenda kir.
Polîsên trafkê wesaîtekê disekinînin û ehliyeta ajovan dixwazin kontrol bikin. Li ser vê di navbera polîs û 3 ciwanan de niqaş derdikeve. Polîsek çeka li ber xwe dikişîne û bera ciwanan dide. Ciwanên bi navê Emrah Barlak, Erhan Barlak û Faruk Karhan tên birîndarkirin. Ji 3 ciwana Emrah Barlak jiyana xwe ji dest da.