Li gorî nûçeya ANFê (Ajansa Nûçeyan a Firatê), parlementerê CHPê yê Dêrsimê Huseyîn Aygun, ku ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatibû revandin, KCKê daxuyandiye ku ew ê îro were berdan.
Daxuyaniya KCKê wiha ye: “Yekîneyeke gerîlayên me, bi însiyatîfa xwe, parlementer Huseyîn Aygun heta demekê desteserkiriye. Parlementer Huseyîn Aygun, piştî qedandina karê wî yê darizandinê, îro wê were berdan.”
Parlementerê Dêrsimê yê CHPê Huseyîn Aygun, îro 2 rojin ku di destê PKKê de ye.