Serrûpel Nûçe “Ne li gor berjewendiya Kurdistanê ye“

“Ne li gor berjewendiya Kurdistanê ye“

Belav bike

rexne ji bo beşdarîkirina Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û çend wezîrên herêmê ya pêşwazîkirina Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî kir.
Edhem Barzanî li ser rûpela xwe ya Facebookê wiha belav kiriye, “Gelek tiştên seyr û semere li vî welatî diqewimin, dewleteke me heye ku piraniya desthilatên wê di destê 2 partiyan (PDK û YNK) de ye, Serokwezîr PDKê ye û cîgirê wî YNKê ye, aloziyek jî navbera Bexda û Hewlêrê heye.”

Baraznî her wiha got, “Serokwezîrê herêmê li Silêmaniyê ne di pêşwaziya Serokwezîrê Iraqê de bû, lê cîgirê wî û çend wezîrên hikûmetê amade bûn, li vir mebesta min ne ew e ku behsa siyaseta her du partiyan, tiştê ez dixwazim li vir wek welatiyekî vî welatî bêjim ev hikûmet hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, gelo ev du rengî maf nade me wek welatî em ji vê hikûmetê re bêjin kengî çê dibe li hember nehezên Kurdistanê lawaz bin û ev du rengî li ber çavê hemû kesekî bikeve? Gelo ev di berjewendiyên bilind ên kurd û Kurdistanê de ye.”

Çarşema borî, Serokweîzrê Iraqê Nûrî Malikî bi hevaltiye şandekê bi mebesta bixêrhatina Serokomarê Iraqê Celal Talebanî serdana bajarê Silêmaniyê kir û ji bal endmên Polîltburoya YNKê û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û çend wezîrên bi ser YNKê ve hate pêşwazîkirin.” (AKnews)