Amerîkayê navendeka serbazî ya û balafirxaneya nêzîkî Humusê li Sûriyê da ber rokêtan.
Serokê Amerîka Donald Trump jî dibêje, ji ber êrişa kîmyayî ya devera Xanşêxûnê wî ew ferman daye artêşa Amerîka.
Artêşa Amerîkayê 59 rokêt li navenda serbazî ya “Şiêrat” li parêzgeha Humus li Sûriyê da.
Îranê bi tundî êrişa Amerîka şermezar kir. Rûsyayê jî nerazîbûna xwe li hember wê êrişê nîşan da.
Lê gelek welatan, weke Tirkiye, Brîtanya, Îsraîl, Fransa û hinek welatên din piştgiriya wê êrişê kirin.