Serrûpel Nûçe Ku Pêxember rabe bibêje ez Atatirkperest im

Ku Pêxember rabe bibêje ez Atatirkperest im

Belav bike

Lîstikvanê sînemayê Îlyas Salman, di merasîna xelat dayîna Mîhrîcana Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê de, derkete ser kursiyê xelat belav kir û axifî. Di axaftina xwe de Salman, gotinên balkêş kirin. Bi taybet jî a di derbarê Hz.Mihemed de. Salman wiha dibêje: Ku îro Hz.Mihemed rabe û bibêje ez Atatirkperest im, ê ew bigirtana girtîgeha Silivriyê.
Ev gotina Salman, ji aliyê beşdarên merasîmê ve xurt hate çepikandin.