Gerîlayên PKKê, îro li 3 bajaran êrîş li dijî hêzên artêşa Tirkiyê lidarxistin. Di encama êrîşan de mirî û birîndarî çêbûne.
Li Colemêrgê, dema wesaîta bizirx a ku tîmên taybet vediguhestin a leşkerî derbas dibû, ji dûr ve mayîn tê teqandin. Di encama vê bûyerê de 3 tîmên taybet jiyana xwe wenda dikin. Tê gotin ku birîndar jî hene. Bûyer, li ser rêya Colemêrg û Wanê di kîlometreya 15. de pêk hatiye.
Li ser rêya Bedlîs û Amedê, li herêma Buzlupinarê, gerîlayên PKKê êrîşa wesaîtên leşkerî dikin. Di vê êrîşê de, li gorî agahiyên ewil, leşkerek û cerdevanek birîndar dibe.
Li Dêrsimê jî, gerîlayên PKKê êrîşa noqteyeke tîmên taybet dikin. Piştî êrîşê, di navbera her du aliyan de pevçûn derdikeve. Pevçûn, seet di derdorê 17.40 an de pêk hatiye.