Serrûpel Nûçe Lavrov: Pêwendiyên me ligel Kurdistanê berdewam in

Lavrov: Pêwendiyên me ligel Kurdistanê berdewam in

Belav bike

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civînekê de ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî de, daxwaz kir tevahiya pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de bi riya diyalogê çareser bibin.

Di konferanseke rojnamevanî de li Rûsyayê, ligel Ceferî Sergey Lavrov got: “Careke din tekeziyê li pabendbûna me bi serwerî û xaka Iraqê dikin, lê bi pêwîstî dizanin hemû pirsgirêkên hatine der bi riya guftûgoyeke niştimanî û bi beşdariya hemû pêkhateyên olî, taifî û siyasî bêne çareserkirin.”

Derbarê pirsekê li ser helwesta Rûsya li ser referandûmê û pêwendiyên aborî yên wî welatî ligel Herêma Kurdistanê de, Sergey Lavrov got: “Em têdigihin daxwaza gelê Kurdistanê û di baweriya me de baştir e ew daxwaz rewşa navçê li ber çavan bigire û bi guftûgo ligel Iraqê bê çareserkirin.”

Li ser şanda dîplomasî ya Rûsyayê li Herêma Kurdistanê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê got. “Konsolxana Rûsya li Hewlêrê karên xwe berdewam dibe. Herwiha Pêwendiyên me yên aborî ligel Herêma Kurdistanê û aliyên din ên Iraqî jî berdewam dibin.”

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Iraqê got: “Di destûrê de mafê Kurd ê pêkanîna herêmeke xwe ya taybet heye, lê ew nayê wateya cudabûna ji Iraqê. Em hemû dizanin referandûmê pişt bi destûrê nebestiye.” K24