Serrûpel Nûçe Tenduristiya Hêro Îbrahîm Ehmed gelekî xerabe û li Almanya tê dermankirin

Tenduristiya Hêro Îbrahîm Ehmed gelekî xerabe û li Almanya tê dermankirin

Belav bike

Rêveberê payebilind ê Tevgera Gorran zanyarî derbarê nexwaş ketina Hêro Îbrahîm Ehmed û birina wê ya ji bo nexwaşxaneyek Almanya bi armanca çareseriyê aşkera kirin.

Rêveberê payebilind ê Tevgera Gorran ku nexwast navê wî bê aşkera kirin ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li gor wan zanyariyên ku geheştine dest min, tenduristiya Hêro Îbrahîm Ehmed xirabe û di nexwaşxaneyek Almanya de ye.’’

Herwaha wek sedemê nexwaşiyê jî ji ber temen û berdewam bikaranîna cigarê ye û got: ‘’Hêro Îbrahîm cigare kêşeke berdewam e û teqez beşek ji nexwaşiya wê jî ji ber wê ye û bandor li ser cîgerên wê kiriye.’’

Herwaha rexne li YNKê kir û got: ‘’Şerme nexwaşiya Hêro Îbrahîm vedişêrin.’’ Û got: ‘’Hêro Îbrahîm di dawiya salên temenê xwe de ye. Nizanim çima wê mijartê vedişêrin û ev yek xizmetê ji kî re dike?’’

Rêveberê Tevgera Gorran got: ‘’Dema rêberê me Newşîrwan Mistefa nexwaş bû û me mirina wî ji ti kesê ne veşart. Ji ber eger partiyeke siyasî xwedî bername û stratejiya xwe be dema rêberê wê dimre jî divê xwe amade bike ku valatiya wî tejî bike. Pêwîste ziyan negehe partiya wî ji ber birîna ti partiyekê bi veşartina mirina rêveberekê çareser nabe. Her aşkera jî dibe.’’