Serrûpel Nûçe Nexşerêya pêvajoya nû zelal dibe

Nexşerêya pêvajoya nû zelal dibe

Belav bike
Bi hevdîtina heyeta BDPê a bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re, pêvajoya çareseriyê a pirsgirêka Kurd kete qonaxeke nû. Piştî daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ku gotibû bi Ocalan re hevdîtin dewam dikin, derkete holê ku misteşarê MÎTê Hakan Fîdan 2 roja li Grava Îmraliyê maye û bi Ocalan re hevdîtin lidarxistine. Îro jî Hevserokê KCDê Ahmet Turk û Parlementera BDPê a Êlihê Ayla Akat Ata çûne Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn.
Li ser vê pêvajoyê NTV’yê nexşerêya dewletê eşkere kir. Li gorî nûçeya NTV’yê nexşerêya pêvajoya nû a dewletê wiha ye:
– Zagona înfazê wê were guherandin û bi vê Ocalan wê hîn rehet bi parêzer û xizmên xwe re hevdîtinan bike. Di vê qonaxê de derketina malê a Ocalan tine ye.
– Li gorî hevdîtinên bi Ocalan re dewlet wê bi Qendîlê re têkeve nav têkiliyan.
– Pêşiyê çekên bêne bêdengkirin û piştî demekê gerîlayên PKKê wê Tirkiyê terk bikin. Dûra jî pêvajoya çek berdanê wê destpê bike.
– Ji ber ku zagona poşmaniyê bandordar nebûye, gerîlayên ku tevlî sûc nebûne wê bêne tesbîtkirin û ku teslîm bin wê nebêjin “em poşman in” û wê bêne serbest berdan.
– Zagona dij terorê wê bê guherandin. Ger pêvajo baş bimeşe pakêta darazê a 4. wê derxînin. Piştî ev sererastkirinana kesên ku di doza KCKê de hatine girtin wê bêne berdan.
– Kampa Mexmûrê a li Kurdistana Başûr wê were valakirin û kesên li wê kampê dimînin wê vegerina Tirkiyê.