Berdevkê YPG Nûrî Mehmûd di daxuyaniyeke xwe de got divê zarok werin perwerdekirin û ew zarokên kêmî 18 salî naxin nava hêzên xwe.
Nûrî Mehmûd got, peymanên wan ligel rêxistinên navdewletî hene, ew zarokan di nava xwe de qebûl nakin, û dezgehên rêveberiya xweser yên pêwendîdar bi zarokan re mijûl dibin ku di malê de zor dîtine, çi alîkariyên ji wan re lazim bin, ew pêşkêş dikin û alîkariya wan dikin.