Ji aliyê Dadgeha Hiquqê a Silopiyayê ve Parlementera Stenbolê a BDPê Sebahattîn Tuncel, bi 25 hezar lîreyî hate cezakirin.
Di Newroza sala 2011 an de, di pîrozbahiya Newrozê de gengeşî derketibû û polîs li hemberî gel û parlementeran gaza bombeyê bikaranîbû. Di wan bûyeran de niqaş di navbera Tuncel û midurê polîsan de rûdabû. Hat îdiakirin ku Sebahat Tuncel sîle avêtiye midurê polîsan.
Bi vê hincetê di derheqê Tuncel de doz hatibû vekirin.
Doza ku li Silopiyayê dihat dîtin, di rûniştina 8. de dadgehê biryar girt. Li gorî biryara Dadgeha Hiquqê a Silopiyayê, Parlementer Tuncel wê 25 hezar lîre cezayê tezmînatê bide.
AVESTA KURD