Li Danimarka pêşbirka ku niha tê ser ekranan, di dîroka pêşbirktiyê de tiştekî nedîtiye. Pêşbirk, sînorê exlaqê civakê û serbestiya bilêvkirina fikr û ramanan dike mijara niqaşan.
Jinên pêşbaz, bi bornoz derdikevine pêşberî jûrî, ku jûrî ji du kesan pêk tê û her du jî mêr in. Bornoz li ser xwe çedikin û şilfûtazî li hemberî jûriyê disekinin. Du zilamên endamê jûrî, dest bi rexneyên xwe yên li ser bedena jina pêşbaz dikin.
Her du mirovên di jûriyê de, ji pêçiya pêşbazan de bigre heta porê serê wan rexneyên xwe ji bedena jina pêşbaz dikin. Heta car caran jûrî, di rexneyên xwe de ewqas pêşde diçe ku, îfadeyên wek heqaret li pêşbaza dike.
AVESTA KURD