Serrûpel Nûçe PYD nahêle peyamnêrên Rûdawê kar bikin

PYD nahêle peyamnêrên Rûdawê kar bikin

Belav bike

Çend roj beriya niha peyamnêrê Rûdawê Ferhad Hemo ji aliyê hêzên asayişa PYDê ve hatibû binçavkirin û piştî çend saetan hatibû berdan.

Dîsa berî çend rojan YRA ya PYD Ferhad xweste cem û ji wî xwestibû ku ew bibe endamê wan, yan na rê li ber wî nayê vekirin ku kar bike.

Derheqê vê îdiaya YRAyê de, peyamnêrê Rûdawê li bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê Ferhad Hemo ji Rûdawê re axivî û îdiaya YRAyê bi derew derxist û got: “Tu rêveberekî Rûdawê ji me re wisa negotiye tenê ji me re dibêjin eger raporên we baş bin emê belav bikin eger baş nebin nayên belavkirin.”

Piştre jî daxuyaniyek belav kir û têde got ku rêveberiya Rûdawê peyamnêrên xwe tehdîd dike û ji wan dixwaze ku bi YRA kar nekin, eger ew kar bikin jî ewê ji kar werin avêtin.

Ew daxuyanî di hemû medyaya PKK-PYD de hate weşandin.

Îro Ferhad Hemo  û Pêşewa Pehlewî beşdarê bultena nûçeyan ya Rûdawê bûn û ew îdiayên YRA derewîn derxistin.


Li aliyê din peyamnêrê Rûdaw li Qamişlo, li ser rûpela xwe ya Facebookê daxuyaniyek belav kir û têde diyar kir ku ew berî 2 hefteyan bi kuştinê hatiye tehdîdkirin.