Li gora nûçeyeke Rûdawê, Şanda ku wê ligel Barzanî bicive ji Sekreterê Azadî Mistefa Cuma , Sekreterê Yekîtî Îbrahîm Biro, Sekreterê Pêşverû Ebdilhemîd Hec Derwîş, Sekreterê el-Partî Ebdilhekîm Beşar û pêk tê.
Biryar e îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) re bicive û çend pirsên di rojevê gotûbêj bikin.
Li gor zanyariyên Rûdawê, şanda ENKSê ji Sekreterê Partiya Yekîtî Îbrahîm Biro, Sekreterê Partiya Pêşverû Ebdilhemîd Hec Derwîş, Sekreterê el-Partî Ebdilhekîm Beşar û Sekreterê Partiya Azadî Mistefa Cuma pêk tê.
Di civînê de wê derbarê kongreya sêyemîn ya ENKSê ku biryare di 13ê vê mehê de bê lidarxistin, kongreya Cenêv2 ku biryare di 22yê çileya sala 2014an bê lidarxistin û herwiha derbarê çarenivîsa Desteya Bilind a Kurd bêne gotûbêjkirin.
Rûdaw wê piştre zanyariyên zêdetir derbarê civîna navbera Barzanî û ENKSê de belav bike.
– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/03122013#sthash.45uhaz6z.dpuf