Mela Remezan (1932 – 2013)
Otêla wî ya bi navê Serhed li navçeya Kopê ya Mûşê yekemîn navnîşan bû, ji bo niştimanperwerên Kurdistanê ku di salên 1960 an da bi tilîyan dihatin hejmartin. Mela Remezan ew kes bû, ku bi qencî û niştimanperwerîya xwe bi tilîyan dihat nîşandan. Dewleta tirk gelek zext û zordarîyê li mela Remezan dikir, ji bo ku hestên azadî û niştimanperwerîyê bi pêşnekeve. Tawilê ew mecbûr ma ku welatê xwe biterikîne, mîna gelek kesên din ên ji miletê Kurd.
Di salên 1970 an da mala xwe bar kir, hat Edeneyê. Wî welatê xwe terikand, lêbelê hesreta welêt, hestên mirovahî û azadîxwazîyê ew neterikandin. Li Edeneyê jî di nava niştimanperwer û azadîxwazan da sîmayekî hezkirî û nasdar bû mela Remezan.
Nemaze piştê ku hevjina wî Hesîbe xanim di sala 2006 an da diçe ser dilovanîya xwe, dest bi nivîsandina helbestan dike. Mela, heta rojên xwe yên dawîyê jî got û nizîkê 500 helbest nivîsandin.
Piranîya helbestên wî bi navê „Dîwana Seydayê Dilmeqes“ li Ewropayê çap bû. Çendîn car ji dil û hinavên xwe nişter bûbû seydayê mela Remezan. Hingî digot: „Ji derdê rom û ereb û ecem kêr û meqes kirin dil min.“ Ew mahlasê Seydayê Dilmeqes wergirtibû di dîwana xwe da.
Dilê Seyda li hember ewqas êş û tehda nema karî êdî li ber xwe bide û di roja duşem; 16.12.2013 saet di 18:45 an da rawestîya. Mela Remezan li nexweşxaneya Balcalî ya Edeneyê jîyana xwe ji dest da…
Li ser bergê dîwanê wiha dibêje mela Remezan:
“Ez arî me ji nesla ar im
Lema ar hez dike ji min
Bav û kalê min tim jê ra
Bejin û serî ditewandin
Ew hildibe di dil min
Kêr û meqes kir dil min
Wî jar û bêçar kir min
Perîşan û bêzar kir min“
dîmenekî Mela Remezan yê van salên dawîyê…
li şaneşîna mala xwe ya li Edeneyê.
Ji bo peyamên sersaxîyê
Evdila Dirêj email: evdiladr@hotmail.de