Serrûpel Nûçe Şanda PKK li Hewlêrê ye û hevdîtin ligel PDK çêbû

Şanda PKK li Hewlêrê ye û hevdîtin ligel PDK çêbû

Belav bike

Dema ku Zekî Şengalî û şanda ligel wî derbasî cihê xwe bûn, sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî çû pêşwaziya wî, bi xêrhatina Zekî Şengalî û şanda ligel wî kir, çûne rûyê hev, û Fazil Mîranî, got “Hûn bi xêr hatin, hûn çawa ne baş in…” Şengalî jî bi kêfxweşî bersiva Mîranî da.

Di şahiya salvegerê de serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî beşdar bû, lê tu hevdîtin di navbera wî û Şengalî de çênebû, cihê ku ew lê rûniştibûn ji hev dûr bûn.

Pêşwazîkirina Mîranî ji bo Şengalî, tê wê wateyê ku PDK gavek ber bi lihevhatinê ve avêt.

Weke tê zanîn ev demeke nakokiyên ku di navbera PKK û PDK de hebûn, her ku çûbûn kûrtir bûbûn, nakokiyên her du partiyan niha li ser rojavayê Kurdistanê ye.

Berî niha siyasetvan Mihemed Emîn Pêncwînî gotibû ku di navbera her du aliyan de li ser asta serkirdayetiyê hevdîtin hene.

Zekî Şengalî niha li Hewlêrê ye û tê çaverêkirin ku di navbera PDK û PKK hevdîtin cidî dest pê bikin û li ser rojavayê Kurdistanê bigihên lihevhatinekê.

AVESTA KURD