Serrûpel Nûçe Li Qamişlo milet çû ser sindûqan

Li Qamişlo milet çû ser sindûqan

Belav bike

 

Rêveberiya xweseriya Demokratîk a ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û çend partiyên din ên Kurd, Ereb û Suryan ve li Rojavayê Kurdistanê hatiye ragihandin, di daxuyaniyên xwe yê derbarê hilbijartinan de her tim tekîd dikir ku hilbijartinên serokatiya Sûriyê ti şeriyeta wan tine ye.

 

Rêveberiya xweseriyê ku heta îro sibehê bi aşkere ne digot ewê van hilbijartinan boykot bike, îro li ser zarê serokê desteya cîbicîkar a kantona Cizîrê Ekrem Hiso biryara boykotkirinê ragihand û xwest di van hilbijartinên ku sindoqên wan bi tenê li Qamişlo û Hesekê hatin danîn, ti kes dengê xwe bi kar neyêne.

 

Wek rengvedana vê biryarê jî, asayişa Qamişlo ku bi ser PYDê ve tên naskirin, ragihand ku hêzên wan li bajarê Qamişlo û Hesekê dest danîn ser çend sindoqên dengdanê ku “bi dizî ve ji aliyê alîgirên Esed ve li çend taxên bajêr hatibûn danîn”, lê asayişê navê wan taxan aşkere nekiri.

 

Herwiha Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku yek ji pêkhateyên Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ye, di daxuyaniya xwe ya vê dawiyê biryar da hilbijartinên serokatiya Sûriyê boykot bike.

 

Lê tevî vê biryara boykotkirinê, serkirdeyên wê encûmna ku ji çend partî, rêxistinên ciwan û kesatiyên serbixwe pêk tê, tevlî wan xwepêşadanan nebûn ku li bajarên Qamişlo, Dêrik û Amûdê li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê derketin.

 

Li her du herêmên Efrîn û Kobanî jî, ti sindoqên dengdanê nehatin danîn, lê belê li gor ku çavkaniyên herêmî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandine, hikûmeta Sûriyê mûçe nedaye fermanberan û ji wan re gotiye ku ew mûçeyê nade eger neçin ser sindoqan.

 

Hat zanîn ku li herêma Cizîrê jî form li ser fermanberan hat belavkirin ji bo ku navê her kesê di malbata xwe de ku mafê wan ê dengdanê heye, di wê formê de binivîsin.

 

Di van hilbijartinan de û wek wezareta navxwe ya Sûriyê ragihandiye, mafê zêdetirî 15 milyon kes li hundir Sûriyê heye dengê xwe bi kar bîne.

 

Lê her kesê ku bi awayekî ne qanûnî ji Sûriyê derketibe, mafê wî yê dengdanê tine ye, wate penaberên Sûriyê li derve ku hejmara wan 2 milyon û 500 hezar kes derbas kiriye, eger bixwestane jî nikarîbûn deng bidin, lê wan bi çalakiyên xwe nêrîna xwe derbarê hilbijartinên serokatiya Sûriyeya wêran ku rojane bi dehan kes tê de tên kuştin, anîn ziman. Rûdaw