Xelkên bajarê Hewlêrê jî bi rêya lijneyekê ku Parêzgeha Hewlêrê serpereştiya wê dike, alîkarî ji Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê re kom kirin. Alîkariya ku hevwelatiyên Hewlêrê kom kirine 110 milyon dolar e û ji Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê re tê şandin.
Derbarê alîkariya hevwelatiyên bajarê Hewlêrê de Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî di civîneke çapemeniyê de got: ‘’Heta niha 110 milyon dolar hatine komkirin, evna ji xeynî 10 otomobîlên pîkab. Ji xeynî vêna jî zêdeyî 200 milyon dînar jî hatiye komkirin.’‘
Newzad Hadî wiha axifî: ‘’Niha ew pereyên ku hatine komkirin li parêzgeha Hewlêrê ne û dê ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re bên şandin daku ew bi rêya xwe bidin dest Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê.’‘ (f.k) BAS