Serrûpel Nûçe “PKK dixwaze dest deyne ser Şengalê“

“PKK dixwaze dest deyne ser Şengalê“

Belav bike


Endamê berê yê serkirdatiya PKKê Osman Ocelan ji KDP.info re got: “PKKê berê digot divê herçar parçeyên Kurdistanê bên azadkirin, pilaneke wan hebû ku li herçar parçeyan siyasetê bikin, digotin em Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî û dîmokrat dixwazin, lê ew dema ku Abdula Ocelan hat girtin, dest ji wê dirûşmê berdan.”

Osman Ocelan di wê baweriyê de ye ku yekirtina Kurdistanê dive bi yekgirtinê û siyasetê be, lê wek ew dibêje: “Niha PKKê netenê bi dirûşman, lê belê li ser erdê jî dev ji serxwebûnê û yekgirtina Kurdistanê berdane.”

Ocelan got: “Li Rojhelatê Kurdistanê PJAK çêkirin, li Rojava PYDê û li Başûr jî PÇDKê, lewra divê PKKê bi rêya hêzeke din neçe nav beşên din ên Kurdistanê ji ber ku ew siyaset şaşe û va li başûrê Kurdistanê rêgiriyê dirust dike.”

Osman Ocelan dibêje: “Tişta ku niha PKKê dike bi rêya PYDê, dixwaze li Şingalê merama xwe bi cîh bîne, karekî nediruste, ji ber ku dive her hêzek li beşê xwe xebatê bike, û beşên din piştevaniyê lê bikin, ne rê li pêşiya xebata beşên din bigre û bibe rêgir.”

Derbarê balên nava PKKê û egerên dûbeşbûna wê partiyê, Osman Ocelan ragihand ku “PKKê du bale, balek çepe û yê din neteweyî ye, helwîstên Cemîl Bayik ji aliyê neteweyî qelsin, lewra ew siyaseta Bayik ziyanê dighîne bizava neteweyî ya Kurd dide, me daxwaz ji Bayik kiriye ku dijayetiya azadiya neteweya Kurd neke. Pêşmerge xwedî dîrokeke pir berxwedanî û azayetiye û xizmetekî mezin kiriye, niha çima êriş dike ser Pêşmerge? Çima dijberiya Pêşmerge dike?”

Ocelan got: “PKKê û PYDê nikarin berpirsyaretiya xelkê Şingalê gelbigrin, dema ku hatin me got bixêrhatin û desatê we sax be, lê niha eger niyetek wan bo manê li Şingalê hebe, ew bi berevajî wê xizmeta wane, lewra ez ji wan re dibêjim ji Şingalê vekişin û li wê deverê nemînin, ji ber ku dagîrkirina xakekê encamên xerab dirust dikin.”