Li gor zaniyariyên di dest BasNewsê de, her yek ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) rêkeftine li ser hevahengiyê di navbera Hêzên Pêşmerge û YPG de, ku baskê leşkerî yê PYD ye, di her du rojên borî de jî zaniyariyên hevbeş di navbera her du aliyan de hatine veguhertin, bi awayekî ku her du alî li Kobanê û Şingalê zaniyariyên temam li ser pêgeh û çeperên çekdarên DAIŞê dane odeya hevahengiya Pêşmerge–Amerîkayê û ji wê de bo hevpeymaniya navdewletî tên şadnin da operasyonên ezmanî li gor wan zaniyariyan encam bidin.
Rêveberê Ragihandina Wezareta Pêşmerg, Helgurd Hikmet di daxuyaniyekê de ji BasNewsê re tekez kir ku, bi rêya Wezareta Pêşmerge wan çendîn car daxwaz ji Amerîka û hevpeymanên wê kirine ku êrîşên xwe li dijî pêgehên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê bihêztir bikin “heta birayên me li Kobanê û navçeyê parastî bin.”
Helgurd Hikmet got jî: “Hevahengî di navbera Pêşmerge û wan hêzan de heye ku li navçeyê şerê DAIŞê dikin, wek YPG yan her hêzek din be, û ew hevahengî navxweyî ye, lê hewldan hene da ew hevahengî zêdetir bibe, tiştê girîng ewe ku heta niha helwestên me erênî ne, tevî ku ji ber nebûna rê me nkiariye hêzekê bişînin Kobanê, lê me karên din ji bo wan kirine û wan jî bi heman awayî alîkariya Pêşmerge li Şingalê kirine û dikin, bi rêya dayîna zaniyariyan yan şerkirin li dijî çekdarên DAIŞê.”
Ji aliyê xwe fermandeyê Pêşmergeyên Kurdên Êzdî, Qasim Şeşo ji BasNewsê re ragihand ku, Pêşmerge û YPG û Cengawerên Êzdî di amade başiyê de ne bo azadkirina Şingalê û got: “Niha hevahengiyek baş di navbera wan hêzan de heye, ku DAIŞê bi dujminê xwe dizanin.”
Li gor zaniyariyên dawî ku ji çavkaniyeke leşkerî dest BasNewsê ketine, şeva borî êrîşeke DAIŞê li ser Kobanê hat bûçkirin, ew jî piştî ku YPG fermandeyên Pêşmerge li ser wî şerî agehdarkirin ku hêzek 100 kesî ji DAIŞê bi tank û hawinan biniyazin êrîş bikin li ser Kobanê.
Piştî wê agehdarkirinê demlidest balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî êrîş kirin li ser wan çekdarên DAIŞê.
Wek çavkaniyê amaje kir ku ev hevahengiya di navbera Pêşmerge û YPG de li ser daxwaza Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Mesûd Barzanî bû.