Serrûpel Nûçe Nameyeke vekirî ji serokê PYD Salih Muslim re

Nameyeke vekirî ji serokê PYD Salih Muslim re

Belav bike

Serokê PYD Mamoste Salih Muslim,

Li dû slavan. Wekî dizanî, bêtara li Kobaniyê û gundên wê bi ser xelkê me de hat yeke bêhûde mezin e û şêniyê vê herêmê ji koka wan ve hejand. Bixwazin-nexwazin, partiya we bi şêweyeke rasterast dibe berpirsa bêtara bi ser xelkê herêmê de hatî, çimkî ew ya serpereşt û desthelatar bû. Li milê din, nuha guman tê de nema ku karbidestiya Dewletên Yekgirtî yên Amerîka (DYA) her weha berpirsa valabûn/valakirina herêmê ji şêniyê wê ye. Di heman demê de guman tê de nema ku di navbera PYD û hinek berpirsên amerîkî de peywendiyên rasterast, ko-ordînasyon û hevkarî hene. Serokê KCK Cemîl Bayik di hevpeyvîneke bi Patrick Cockburn re de (The Independent: 11/11/2014) piştrast dike ku peywendiya rasterat di navbera PYD/YPG û DYA de heye.

 

Wekî dihêt zanîn serokê amerîkî Barack Obama gotibû ku ji bo serkevtina amancên lêdana Da’işê bi firrokan hebûna hêzên peyade li ser erdê divên. Aşkere ye ku YPG bi rola hêzên peyade rabû/radibe. Ev û şerê li Kobaniyê berdewam piştrastkirineke din ya hevkariya we û DYA di lêdana Da’işê de ye. Li milê din, ligel ku îspatên bi belgeh di dest de hîn nînin jî, mentiqa ramyarî wê ramanê dihîne holê ku derketina xelkê, yan heta derhanîna wan bi encama tirsandinê û hêvotinê, ne tenê ji bo ihtîmala ta’deya ku belkî Da’işiyan li wan bikira, lê di heman demê de, heye ku bêtir, ji bo valakirina bajêr û gundan ji xelkê medenî bû, da ku firrokên amerîkî û hevalbendan bikaribin bi hêsanî li çekdarên Da’iş û hacetên wan bidin, bêyî tirsa ku kesên medenî bibin qurbanên bombeyên wan. Ev DAY jî rasterast dike berpirsa koçkirin/koçkirindana xelkê herêmê, her weha dike berpirsa rûxandina xanî û kolanên Kobaniyê.

Berpirsiyariya karbidestiya amerîkî ne tenê yeke moralî ve, lê heye ku her weha yeke ligor qanûnên navneteweyî be. Lewma, li ser milê PYD û cenabê te, bi taybetî ji ber ku malbata te bi xwe ji vê herêmê ye û tu serokê rêxistinê yî, erk e ku bi şêweyeke zîz bizava alîkirina bi deh-hezaran malbatên penaber yên perîşan bikin. Wek aliyê desthelatdar her weha berpirsiyariya we ye ku ji hukûmeta amerîkî alîkariyeke zûdemî ji bo van malbatên nuha li aliyê Tirkiyeyê perîşan in bixwazin.

 

Li nik DYA derfetên mezin hene ku alîkariyeke mezin ya bi tiştan bigihîne penaberan. Lê Amerîka dikare bi awayekî aborî jî alîkariya wan bike, wekî dayîna alîkariyeke aborî ya zûdemî bo her malbatekê ligor jimara endamên wê di cîh de, bo nuha, bo her malbatekê. Amerîka dikare her weha zextê li Tirkiyeyê bike ku polên (sinifên) taybet ji zarokên penaberan re li xwendegehan veke. Divêt ji nuha ve tevdêr bihên girtin ku penaber di rojên zivistanê de rastî êş û janê nehên… Ya herî baş heye ku bi-rêxistina encûmeneke ji pisporan be ji bo amadekrina tevdêran û binavkirina hewcedariyan, û heye ku baştir be karmendine amerîkî wê bi rê ve bibin.

 

Ev hemî li aliyekî, divêt zûvegerandina xelkê li warên wan nehêt jibîrkirin. Derengmayîna vegerê dê bibe sedema ziyaneke hîn bêhûdetir. Pêwîst e ji nuha ve tevdêr bihên birêxistin ji bo lêkirina xanî û firoşgehên xelkê, ta’mîrkirina avahî û kolanên bajêr û ji-nû-ve-şênkirina gundan. Xelkê her tiştê xwe wenda kir. Bo wan sermiyan, alîkarî, parastin û piştgirî divên. Bidestxistina van derfetan ji bo xelkê û aliyên herêmî ne mumkin e, lê ji bo DYA û Yeketiya Ewropayî ne tişt e, heye ku nerxê baca hefteyekê ya li ser firotina otomobîlên wan be.

 

DYA, Yeketiya Ewropayî û rêxistinên wan yên hukûmetî û ne-hukûmetî ji bo hinek projeyên mirovahî li şûnên din bi milyaran dolar berhev kirine/dane. Ẍezze, herêmên filistînî yên din, welatine Afrîkayê û Bozniya hema çend nimûne ne. Bêtara bi ser xelkê herêma Kobaniyê de hatî ger ji yên hinek şûnên din ne mezintir be, ne biçûktir e jî. Divabû Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya  Penaberan, UNHCR, alîkariyeke berfireh û zûtir ji bo penaberên Kobaniyê pêşkêş kiribûya, lê nahêt têgihîştin ka çima nekir!

Hêsankirina jiyana bi deh-hezaran malbatên penaber û zaroyên wan, vegerandina wan li warên wan û avakirin û şênkirina bajar û gundên wan berpirsiyariya DYA û hevalbendên wê ye û divêt ev inîsyatîv bi rêya we dest pê bike, çimkî hûn pêş wan berpirs in û hem jî karbidestî li herêmê di dest we de ye. Ji ber ku şêniyê herêmê ji hev ketiye, ji ber ku rewşenbîrên wê ji hev belav bûne, ji ber ku PYD destheltdar bûye û hîn desthelatdar e, birêxistina proseya xwe bi amancên li jor ve girê dide berpirsiyariya PYD û cenabê te, wek serokê wê, ye. Siberoja xelkê herêmê û ya bajêr û gundên wê, her weha dîrok, ê şahid bin ka hûn ta çi radeyê bi erkê xwe rabûn/ ranebûn.

 

12/11/2014

 

Amed Kino (Kobanî/) … Ebdulla Murşid (Helinc:Kobanî/Australya) … Ehmed Xebat Ibrahîm (Kobanî/) … Gêlo Kurdî (Kobanî/Australya) … Imad Al Melek (Kobanî/Almanya) … Khaled Kalo (Kobanî/) …  Mahmoud Salih (Kobanî/) … Mehmûd E. Qadir (Kobanî/) … Mehmûd Ebdî Raman (Kobanî/) … Melek Ebdî (Kobanî/Hewlêr) … Meyade Kurdî Xelîl (Kobanî/Australya) … Dr. Muslim Talas (Kobanî/Tirkiye) … Mustafa Tammo (Kobanî/Almanya) … Mustefa Xelîl (Kobanî/Australya) … Osman Derwîş (Kobanî/Danmark) … Serhad Husên (Kobanî/Almanya) … Raman Ehmed (Şêran: Kobanî/) … Robyn Baker (Australya) … Salih Bozan (Kobanî/) … Salih Kobanî (Kobanî/) … Şan Baker (Kobanî/Australya) … Şêrîn Osman (Kobanî/Hewlêr) … Şokrî Derwîş (Kobanî/Australya) … Welat Nebî Rût (Kobanî/Hewlêr) …  Yasir Xelîl (Kobanî/Australya) … Zerdeşt Hemî(Kobanî/)… Şahînê Bekirê Soreklî (Kobanî/Australya)