– Ev zêdetirî salekê di ser kongra ENKS re derbas dibe û heta niha jî partiyên wê li hev nekirine, weke ku wan sond xwaribin ku li hev nekin.
– Hêviya xelkê bi ENKS gelekî bilind bû, xelkê digot partiyên me di bin sîwanekê de bûne yek û wê gelek tiştan bikin, lê weke ku aveke sar bi ser xelkê rojavayê Kurdistanê de birjînin, ne tiştek kirin ne jî dihêlin kesek titşekî bike, milet dibêje.
– Hinek xwe mezin dibînin, weke nimûne PDK-S û bi çavekî biçûk li partiyên din dinêrin û dibêjin divê para me ji ya wan zêdetir be.
– Kî dizane kîjan partî çiqas mezin e?
– Partiyên ENKS êdî li pey bidestxistina kursiyan in, şerê wan li ser hejmara kursiyan e.
– Di rêkeftina Duhokê de Lêvegera Siyasî hate avakirin, TEV DEM got, fermo, kerem bikin û nûnerên xwe eşkere bikin.
– Lê partiyên ENKS, heta niha jî nikarin li hev bikin û nûnerên xwe bişînin wê Lêvegerê.
– Xelk dibêje, ENKS ku nikare ji nava xwe çend nûneran hilbijêre, bifikirin wê sibe çawa welatekî
îdare bike!
– Çima li hev nakin, li ser çi li hev nakin!
– Hinek destên veşartî, destê tarî di nava ENKS de hene û haya kesekî jê tune ye, ku dixwazin wê saziyê lawaz bikin û bê rol bihêlin?
– Li ser kursiyan yan jî li ser postan li hev nakin… Hema li ser çi be jî, ENKS niha di imtîhaneke dijwar de ye, û xuya ye ku wê nikaribe bi rihetî derbas bike.