Li vê serdanê da Serok Barzanî serxweşî û hevxemiya xwe bi dayik û malbata wan sê şehîdên qehreman ragihand û got: Min dixwest roja yekem bême hizura we, lê belê ji bo min zehmet bû bergeya êş û azarên we bigrim û we bibînim. Piştî van serkeftinan bi xwe re dît, ku bême xizmeta we, hêvîdarim ew serkeftin bibin sebeba kevandin û sarêjkirina êş û azarê we. Ew hemû Pêşmergeyên niha li sengerin û ewê şehîd bune kurê te ne û tu dayika me hemûyanî. Em bi we serbilindin. Li şûna çûna mina li cem hemû dayikên şehîdan, hatime li cem te heta li rêya we ve serxweşiyê li hemû dayikên şehîdan bikim û bi hêviya xwedê li derfetekî din da, ezê biçim xizmeta hemû dayikên şehîdên din jî.
Her wiha eve jî bi dayika her sê şehîdên qehreman ragihand ku her sê kurê we yê şehîd serwerî û şerefekî mezin tomarkirin û bi navê şeref û kerameta gelê xwe da canê xwe kirin gorî û bûne sembol û herdem jî bi zîndî dimînin.
Serok Barzanî eve jî ji bo dayika wan sê şehîdên qehreman behs kir, ku spas ji bo xweda xwîna şehîdên me bi vala neçûye û li sayeya xwîna wan yê paqij serkeftinên mezin pêkhatine û dijmin tûşî şikestekî mezin hatine û ewê misqalek wîcdana wî hebê û nîştmanperwer bê, baş dizanê, ku xwîna wan bi vala neçûye.
Her wiha Serok Barzanî eve jî behs kir ku ji bo me hemûyan cihê şanazî û serbilindiye ku gelê Kurd xwediyê wan şêre jinane û gedeyên qehreman û can li serdest perwerde kirine.
Li vê serdanê da malbat û kesukarê wan sê şehîdên qehreman spasiya Serok Barzanî kirin û ragihandin, bi şehîdên xwe serbilîndîn û şehîdên me li rêya ax û parastina kerameta welatê xwe canê xwe gorî kirine. Seredan û hevxemiya Serok Barzanî xem û êş û azara me kêmkiriye.