Di vê serdana xwe de ewê peyama serokê PKK Abdullah Ocalan bigihînin serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî sekreterê YNK Celal Talabanî.
Yek ji xalên peyama serokê PKK mijara li darxistina Kongreya Netewî ya Kurd e.
Roja 5 vê mehê şandeke ku Leyla Zana û Sirri Sureya Onder di nav de bûn, çûbû serdana Abdullah Ocalan, û li ser Kongreya Netewî axifîbûn.
Tê çaverêkirin ku şanderên Abdullah Ocalan ligel serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî bicivin.
Piştî ku hevdîtina xwe temam bike, wê çand careke din vegere Îmralî û encamên hevdîtinên Hewlêrê bigihîne Ocalan.