Wan şervanan xwe bi xwe şer kirbûn, lê heya niha sedema bûyerê hîn nehatiye zanîn, ev cara yekê ye li Efrînê bûyereke bi vî rengî çêdibe û şervanên YPGê xwe bi xwe şerê hev dikin.
Di wî şerî de zêrevanê deriyê serbazgehê birîndar bûye û got ku di wî şerî de bombeyên destan hatin bikaranîn.
Li gor nûçeyeke Rûdaw, li Efrînê nêzîkî 30 xalên kontrolê li bajêr, navçe û gundan hene û bêtirî 15 serbazgehên YPG û YPJê jî li wan deran in.