Serrûpel Nûçe Di bin siya Bakur de Rojava

Di bin siya Bakur de Rojava

Belav bike


 

Tirkiyê bi peymana xwe û DYAyê, em di propagandayê de xeniqandin. Lê operasyona DAIŞê pûç û vala derket, ji bilî li Bakur êrîşên dewletê û li Rojavayê rêlibergirtina hêzên kurdan. Ji vêga ve paytextên NATOyê jî tê de li her derê guman heye, ku dewleta tirk careke din wan dixapîne.

 

Şopên wê xapandinê hene. DAIŞ bêdeng e(?), El Nusra ji bo xatirê desthilata tirk xwedêgiravî ji hin deran xwe dikşîne. Navê Ahrar el Şamê derdikeve pêş. Tirkiyê, cih û erka hin rêxistinên cîhadî guhertiye. Hemû hewqas. Konetî û dekbaziya Tirkiyê, ne tiştekî nû ye, ew taybetmediyeke wê ya dîrokî ye. Îro jî ew serî li heman keysbaziyê dide. Lê dibe ku vê carê bombe di dest de biteqe.

 

Balkêş e: Moskova û Tehran di derbara peymana navborî de aram û bêbertek in. Lê dibe quretî û çavsoriya Tirkiyê, ji wî alî jî bibe sedemê serêşiyên mezin. Çima DYAya dibe her tiştî zane, li himberî Tirkiyê wisa bêdeng e? Pêwîstiya Încirlikê li aliyekî, tevî lihevhatinekê jî, di pirsa Sûriyê de mirov nikare qala yekhelwestiya Waşîngtin û Enqerê bike. Daxuyaniyên wan qet hev nagrin.

 

Balkêşiyeke din: DYA, bi PYDê re parastina têkiliyên xwe bi her boneyê tîne ziman. Li himberî kî? Li himberî DAIŞê (û dibe di pêşerojê de li himberî Cîhadiyên din). DYA û Tirkiyê jî di nav hevalbendiyê de ne. Li himberî kî? Li himberî desthilata Şamê û li himberî xwedêgiravî DAIŞê. Di vê kombinezonê de, ma PYD û Tirkiye ne weke hevalbendan in? Hevkêşeyeke tevlîhev e, newe?

 

Moskova dengê xwe bilind dike

 

Ev çendek car in ku Salih Mislim diçe Moskovayê. Girîng e. Ji ber ku di pirsa Sûriyê de Moskova xwedî gotin e. Ne di asta DYAyê de be jî, li ser pirsgirêkên din ên herêma me jî, bandora Rûsyayê heye. Li ser pirsa atomê bi Îranê peymana DYA û dewletên din, hevkariya DYA û Rûsyayê deranî pêş. Çima ew avakerî di pirsa Sûriyê de jî xwe dubare neke? Jixwe rojên dawî di NY de qala “însiyatîfeke” hevpar a DYA, Rûsya, Îran û Siûdîyê dikin(?) Balkêş e; tenê bi nav be jî, tê de Tirkiye tineye.

 

Lê di mejiyê me de di derbara Rûsyayê de pirs hene. Ji ber ku PYD û desthilata Şamê hevalbend in, Moskova pişta PYDê miz dide. Her çiqas Rûsya êdî qala pêwîstiya kurdan dike jî, ew tenê di çarçoveya yekparebûna Sûriye û Îraqê de rol dide kurdan. Heke em di îdîaya qedera-xwe-destnîşankirinê de bin, wê helwesta Rûsyayê çi be? Jixwe ji ber bêbextiya Mehabadê (1946) û ji ber pişgiriya dayî Baasa Bexdayê û yên din, di mejiyê me de wêneya Moskovayê qet ne baş e.

 

Çi be jî; ev têkiliyên dualî yên PYDê, girîng in: Ew, him bi DYA him bi Rûsyayê re hevalbend e. Tevî ku yek dixwaze desthilata Şamê birûxîne, ya din dixwaze wê li ser avê bigre jî.

 

Hûnê çawa ji bin wê hevkêşeyê derkevin? Ew, huner û behremendiya dîplomatîk e? Ew, ji jênevegeriya girîngiya rola kurdan tê? An ji bêçareyî û aliyê rast nasnekirinê tê? An jî ew, ji rewşa Kurdan a dîrokî tê? Kî zane? Dibe PYDya “biçûk”, tişta birayên mezin nekirî, bi dest bixe.

 

Xwezî ew çanda bêhntengiyê nebûya

 

Em civakên Rojhilata Navîn dişibin hev, em evîndarên serdestî û helwesta fermînî ne. Li Rojavayê nav çibe jî desthilatek heye û ew, bi her awayî jiyana civakê destnîşan dike. Bazirganî û têkiliya civakî bi Bakur û Tirkiyê re, girîng e. Lê ji ber astengiyên nû yên dewleta tirk, têkiliya Şam û Hewlêrê derdikeve pêş. Têkiliya Şamê, tenê bi balafiran dibe. Dimîne Başûr. Hêvîdar im ku ew têkilî bê pirsgirêk bimeşe. Û ew danûstandina aboriyî û civakî çiqas geş be, wê hewqas tevkarî li ya siyasî jî bike.

 

Lê tiştek haya me dikşîne. Gava şerê DAIŞê kêm dibe, karbidest weke tiştekî bikin tinebe, dikevin derûniya bêhndengiyê. Li “tepikên hecê” digerin. Ku her carê ew, endam û xebatkarên partî û çapemeniya dijber in. Hûnê bêjin, bi pîvanên Rojhilata Navîn; ma desthilatî bêyî binpêkirina mafên mirovan dibe? (Û divê di navberê de bejim; êdî bi ser Tirkiyê ve ji bo Rojavayê polîtîka kirin, şermiyeke mezin e.)

 

Di devê “rayedarên kantonan” de navê partiyên ENKSê, “partiyên otêlan” e. Lê ka li vê sosretê binêrin; vêga xwediyên wê sûcdariyê bixwe jî, bi navê “nûnertiya kantonan”, konên xwe li wan otelan datînin. Wekî wan xwe bi fermî eşkere kirine, ma êdî ew jî weke diyardeyeke otelvaniyê binavkirinê heq nakin?

 

Dîsa jî em dibêjin, nûnertiyên we pîroz bin. Û hêvî ev e ku ew tevkarî li xweşbîniya di navbera partiyan kurdan de bikin. Lê helwesta roja ewilî, mirov ditirsîne, dibe ku ew hînbûnî û şerûdiya xwe li Başûr jî berdewam bikin. Em çi bêjin? Şer bêyî arîstokratan çênabe. Hinek şer dikin, hinek jî li otelan berbirsiyariya wan dikin!

 

Li Bakur, Başûr an Rojavayê, şopandin û tomarkirina tawanên binpêkirinên desthilatên kurdan, ji zû ve erk û pîşeyeke demokrasiyê ye. Çawa me di hafa rayagiştî ya navneteweyî û dezgehên wê de giliyê dewletên serdest dikirin, mafê kurdên sivîl heye, ku gilîyê desthilatên kurdan jî bikin. Netewek, tenê bi çekan azad nabe. Li himberî desthilatên ji nîjada xwe be jî, parastina mafên mirovan û demokrasiyê, şertêkî azadiyê ye. Ew hişmendî çiqas zexm be, em hewqas nêzî azadiyê dibin. Nexwe em tenê şiklê koletiyê diguherînin. (Rûdaw)