Şêwirmendê Ewlekariya Herêma Kurdistanê diyar dike ku rûdanên li Silêmaniyê, Helepçe, navçeyên Raperîn û Germiyan û êrîşên li ser baregahên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di encama plana çalakvanên Tevgera Goran e û wan plan bo vê yekê dariştiye. Herwiha dibêje rêveberiya Silêmaniyê jî bêxem bûye li hember parastia jiyana kadîrên PDK’ê.
Barzanî li ser navnîşana xwe ya tora civakî ya twitterê nivîsiye ku ew rûdanên tundûtîjî şermezar dike û serxweşî li giyana qurbaniyan û kesûkarên wan dike. Merûr Barzanî dibêje: ”Eve bernameyeke ku ji aliyê çalakvanên Goran ve plan bo wê hatiye dariştin bo kerb û tûndûtîjî. Desthiladrên Silêmaniyê jî berpirsê serkene ku di parastina baregah û endamên PDK’ê de şkes anîne. Ev jî nîşana piştguhxistin û neşiyana wan nîşan dide.”
Şêwirmendê Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî dibêje ev êrîşên li dijî PDK’ê di demek de ye ku endamên PDK’ê şerê DAIŞ’ê dikin. Lewma ev êrîş xizmeta berjewendiyên dijminênKurdistanê dike.