Serrûpel Nûçe 31 sal di ser kuştina wî re derbas dibin

31 sal di ser kuştina wî re derbas dibin

Belav bike

Ebdî Nasan ku xelkê Herêma Kobanî bu, bi awayekî çalak tevlî tevgera siyasî û rewşenbîrî ya kurd li Rojavayê Kurdistanê bibû, lê di ciwaniya xwe de, di temenê 35 salî de hatibû kuştin.

Kuştina xemgîniyeke mezin xistibû nava Kurdên rojavayê Kurdistanê.

Ew di sala 1950 de li gundê Elpelûrê yê girêdayê Kobanî, jidayik bûbu.

Ew gelekî nêzîkî xelkê bû, ji her kesî re dibû alîkar, nêzîkî êş û xemên cotkar û feqîran bû u xwediyê hizreke çep bû.

Ebdî bawernameya dermansaziyê ji zanîngeha Stenbolê di sala 1970 de bi dest xistibû û di sala 1983 de alfabayeke kurdî jî amade kiribû.

Di demeke de ku navên kurdî li Suriyê qedexe b☼0n, wî li Kobanî dermanxaneyek bi navê Dêrsim vekiribû, û gelek caran derman belaş li xelkê belav dikir.