Serrûpel Nûçe Li Silêmaniyê PKK perwerdeya leşkerî dike

Li Silêmaniyê PKK perwerdeya leşkerî dike

Belav bike

Biryardarê Komîteya Asayiş û Berevaniyê di Parlemena Iraqê de Şaxewan Ebdullah ji BasNew re ragehand: “PKKê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê çalakiyên fermî pêktîne û baregehên wan li Germiyan hene, li gorî agahiyên me hikûmeta Iraqê jî beşek baş jip ere û çekan dide PKKê, lewma divê li her çlakiyek PKKê de daxuyanî û ronî ji aliyên baldestên siyasî were dan.”

 

Herwiha got: “Hebûna PKKê li sînorê Silêmaniyê, Helebce, Raperîn  û Germiyan ne xerîbe, herwiha çend baregehên wan hene, jibilî hebûna çend mefrezeyên wan ku xelk wan li gelek cihan dibînin, herwiha baregehên wan yê rahênana leşgerî jî li wan navçeyan hene.”

 

Herwiha got: “Li Şarbaz, Binarî Kosret, Kelar, Şarezor, Helebce, Beşder û Bitwên baregehên wan hene bi azadî tevgerê dikin, li Qeredax baregehê wan heye, du meferzeyên wan hene berdewam digerin û rahênê bi zarokan dikin, bacê ji xelkê distînin, ev çend sale xalên gumrika wan heye. Berî heftiyekê du mefrezeyên wan ki çiyayê Zmnako Derbendîxan hatin dîtin, gerîlayên PKKê çekên Arbîcê û Qenas û Hinrokên destî bi wan re hene.