Hunermendê Kurd Beytocan, berî 15 salan li dijî Îbrahîm Tatlises ji ber strana (Agir Ketiye dilê min) mehkeme vekiribû, Îbor bê îzna wî stran biribû û navê wê guhertibû û kiribû (Rinda min) û stra bû.
Beytocan doza 38.000 lîreyên tirkî (13.000 dolar) li Îbro kiribû. Piştî 15 salan, dadgeha parastina mafan ya Istanbulê Beytocan mafdar dibîne û biryarê dide ku Tatlises 9.500 lîre (3.200 dolar) bide hunermendê Kurd Beytocan.