Zarokekî 14 salî ji bajarê Qamişlo, ji meha 6 , sala 2016 ve wenda ye.
Zarokê bi navê Mahir Cumaa Şêxî, ku tevî malbata xwe li Qamişlo li taxa Kornêş dijiya, ji nişkê ve wenda bûbû, û heta niha nayê zanîn li kuderê ye.
Malbata wî dibêje, çend caran YPG ew biribû, bavê wî ew piştre vegerandibû û anîbû mal.
Di meha 6 an de, di dema rojiyê de, careke din wenda bûbû, û venegeriya bû.
Heta niha jî malbata wî nizane, ew li kuderê ye û çi bi serê wî hatiye.
Berî ku wenda bibe, ew xwendevanê dibistanê bû û sefa 8 an bû.