Peyamnêrê AVESTA li Efrînê diyar kir ku şer di navbera çekdarên Şervanên Azadîxwaên Efrînê û hêzên rêjîma Sûriyê û çekdarên PYD de derketiye.
Mala ku Şervanên Azadîxwaên Efrînê têde bûn, ji aliyê hêzên ewlekariya Sûriyê ŞEBÎHE ve hatiye dorpêçkirin.
Li gora peyamnêrê me, endamên PYD ixbariya wê malê kiriye ku têde Şervanên Azadîxwaên Efrînê hene.
Nûçeyên gihişte me, heta niha 3 kes ji PYD hatine kuştin, yek birîndar bû ye, navê wî Çekdar e.
AVESTAKURD