FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Hêvîdar Zana
hevidar_zana@hotmail.com
Bajarê Jinebiyan
16 Gulan 2010 Yekþem Saat 22:57

Dema min rapora taybet ya li ser vê babetê xwend, xwîn di damarên laþê min de cemidî. Min ji ber xwe ve þerm kir, weke ku ez sebeba trajediya wan jinebiyan bim. Rapor pir berfereh e û rewþa jinebiyên Hindî bi hemû aliyên wê ve radixe ber çavan.

Bajarekî mestî mezin tije jinebî bûye, jinebiyên ku ji aliyê malbat û civakê ve hatine avêtin. Ew 150 kîlometroyan dûrî Dêlhî ye. Navê bajar Vrindavan e. Jinên ku mêrên wan mirine û dimrin, berê xwe didin wî bajarî. Bi tenê ew bajar wan dihebîne. Hinek ji wan di destpêka temenê xwe de ne, hinek navsere û pîr in, lê çarenivîsa tevan yek e. Tawana wan ewe ku ew li welatekî weke Hindê jinebî ne. Ez ji civaka xwe de dizanim ku barê jinebiyan giran e, lê min nizanibû ku jinebîtî tawan e.

Li gora raporê, li Hindê û di nava baweriya Hîndûsî de jinên ku bî dimînin, weke pîrebokan têne dîtin. Êdî dawî li jiyana wan ya civakî tê. Bi tenê bajarê Vrindavan hembêza xwe ji wan re vedike, ewên ku êdî tu kes wan naxwaze.

Tê gotin ku bi daketina êvarê re, dema ku reþ dikeve erdê û êdî mirov nikare wan bibîne, ji cihên xwe derdikevin û berê xwe didin perestgeha mezin. Bi meþeke lawaz, weke ku bi avêtina her gavê re lêborîna xwe ji jiyanê bixwazin. Bi tenê segên kolanan þahidê wan in.

Ew dimeþin heta ku digihîjin perestgeha Hîndû. Ew perestgeha ku bi sedan jinên weke wan li hewþa wê rûniþtine û li hêviya gepek nan in. Her þev beriya ku sere xwe deynin û têkevin xew, dûa dikin ji bo ku roja din hiþyar nebin. Li mirinê digerin, lê bi dest nakeve.

Wan li gel mêrê xwe, hemû mafên xwe yên civakî jî wenda kirine. Kesek naxwaze nêzîkî wan bibe, ji ber ku wan bêoxir dibînin. Tê gotin ku wan serê mêrên xwe xwarine û divê berdêla wê bi êþ û azarê bidin.

Li gora adetên Hîndû, jineke ku mêrê wê bimre, divê di temamê jiyana xwe de þînî be û temamê porê xwe bibire ji bo ku ji mêrên din re ne balkêþ be. Her wiha divê xwarina wê jî pir sivik, bê goþt û biharat be ji bo daxwaza wê ya cinsî zêde nebe. Xelk wan ji nava xwe davêje, ji ber ku li gora wan, siya wan jî bêoxir e û dikare felaketan bîne sere mirov. Ew di ber mirina mêran de sûcdar têne dîtin.

Hikûmeta Hindê li gora yasayê mûçeyeke pir hindik (mehane nêzîkî 10 dolaran) dide jinebiyan. Lê haya gelekan ji wan ji vê mûçeyê û yasayê jî tune ye. Karkirina jinan jixwe bi awayekî giþtî li Hindê kêm e, îcar ji bo jinebiyan qet tune ye.

Tu kes bi jinebiyekê re nazewice jî. Hinek ji wan hîna 17 salî ne, lê êdî dizanin ku jiyan ji bo wan roja mirina mêrê wan rawestiya ye. Rapor behsa rêkxistineke civaka sivîl dike ku li ser rewþa jinebiyan radiweste û dixwaze derfetên jiyanê li pêþiya wan fereh bike. Berpirsyara rêkxistinê Mohini Giri dide zanîn ku rojekê riya wê dikeve bajarê Vrindavan û dibîne ku cenazeyê jinekê li kolanan ji aliyê segan ve tê perçekirin, lê tu kes naxwaze ji erdê rake û binax bike, ji ber ku ew cenazê jinebiyekê ye. Ew dîmen dihêle ku Xanim Giri sitargehekê ji bo jinebiyan veke û dest bavêje vê pirsgirêkê.

Niha 120 jinebî li wê sitargehê dimînin, rojê sê caran xwarinê dixwin, nexweþiyên wan têne dermankirin û weke mirovên ji rêzê têne dîtin.

Tê gotin ku 33 milyon jinebî li Hindê hene û piraniya wan li kolanan di rewþeke pir xerab de dijîn.

Li cem me, herçiqasî di aliyê aborî de pirsgirêk hebin jî, qedir û qîmeta jinebiyan tê girtin û civak bi her awahî xwedî li wan derdikeve. Xanima ku piþtî mirina hevjînê xwe li ser zarokên xwe bimîne û careke din nezewice, rêzeke taybetî jê re tê girtin. Bi kêmanî li devera ku ez jê hatime wisa ye.  Ez bawer nakim li tu devera Kurdistanê jî jinebî xerab û kêm werin dîtin.

Li dawiyê ez bi tenê dikarim vê bêjim; Xwedê neke ku tu jin li Hindê bî bimînin. Amîn.

Têbinî: Ev nivîs li Hewlêrê bi soranê di kovara Warvîn de hatiye weþandin

mir ronas
ya star.
yabo nivîsek pir bakêþ u dilê meriv di peritîne.xwedê alikarîya insanetîyêbe.her biji jina kurd hêvidar.
12 Hezîran 2010 þemî Saat 13:15
Newroz
DESTI TE XWES,
Brasti di bijim spas jibo ve nvisina balkis u seir.gelek chi mixabni yi ye ko di roja iro deji hinde neheqi liser jinan heye btaybet li Hindistani. Hividari em weke kurd ji serbora xirab desi wergrin u zideter rizi li hevjinet xwe bigrin!
03 Hezîran 2010 Pênþem Saat 14:19
azad hesko
rehma xwade li tabe kalo
sopas hêja hevidar bi rasti ez te gelek sopas dekim
li ser van nivisen tey balkesh mixabin kû hin milaten
din xerab tir ji me kûrda hena kû mafe afretan jinan
bin pe dekin le bi rasti te ciroke kalke min ani bira min
gelek caran ciroke be vi rengi û xerab tir di gotin di got
welatek habo kû mere jinake de mir jina wi bi saxi pera
dixwstin bin axe em pe dikeniyan kalo te van ciroka ji
kude tine ji buna xwade xeber ji mera didan u di got ez
nema ciroka ji wera di bejim bijit hevidar
17 Gulan 2010 Duþem Saat 19:48

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere