FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Ahîn Zozanî
ahin.zozani@yahoo.com
Jinik û Þêr
22 Gulan 2010 þemî Saat 21:56

Dibêjin jinek li gundekî hebû.

Ew jin herdem bi gilî û gazin bû, pir perîþan bû, radibû û rûdiniþt digiriya, kê ji gundiyan wê didît jê re digotin çima wisan tu xemgînî herdem bi kul û derdî?

Bi keser li wan vedigerand û digot ez bextreþ im, min xêr ji jiyana xwe ne dît!

Rojekê ji rojan, cîranek pêrgî wê hat li ber bîra avê û jê re got porkurê rewa di te de nemaye, tu mîna xezalekê bû, me digot wa gula buharê ji wir hat, ka ew bejin û bala te, çima tu roj bi roj mîna mûmê dadwerivî, ka ji min re bibêje çi bela te ye?


Jinkê bi dilekî þikestî û gewriya wê tije girî di ber xwe de diponije lê vegerand:

Ma wê çi bela min be cîranê!

wey te serê min xwarê, ma min jî mîna bûkan xêr ji mêrê xwe dîtiye, þev û roj xircir e, herdem þerê me ye, diyar e ko ew ji min hez nakî!

Dema wê wisan got, cîranê jê re got dermanê te li bal þêx e!

Wê hingê jinkê wek ko jê bawer nekir, hema bilez xwe avêt kirasê wê û jê re got: Ez di bextê te de, ka riya þêx niþî min bide!

Cîrana wê jê re got wê þêx devgirêdanekê ji mêrê te re çêke, wê bihêle mêrê te bibe mîna hunguliskekê di tiliyên te de.

Jinkê da dûv cîrana xwe, dibêje ez di bextê te de ka navê þêx bide min?

Cîrana wê got ji xwe re bipirse ji hinan tê bi ser riya wî vebe!

Vêca jink dibe wek miriyê ko nuh serê wî li kevir dikeve, li xwe hay hat û bû bi xwe re diaxive, dibêje gerek ez jî li bextê xwe bipirsim, divê zû xwe bighînim vî þêxî, çûna bal þêx jê re dibe derdek, nema dizane razê.

Radibe derdikeve ji malê diçe ji gundiyan dipirse kî mala þêx nas dike?

Xelk nizanin çi mersela wê ye, yek ji gundiyan jê re dibêje xanim mala þêx, li filan gundî ye! Jinik jî bi kêf jê re dibêje spas lawo de here Xwedê miradê te bi cih bîne.

Jinik diçe mala þêx dema derbas dibe, xwe davêje dawa þêx û digrî, jê re dibêje þêxê min ez di bextê te û ûcaxên te de bim, tê bihêle mêrê min ji min hez bike!

Rebenê þêx istexfariya xwe tîne, çiqasî jê re dibêje ez nikarim qîza min here Xwedê we bi hev þêrîn bike, jinik hey digrî û doza devgirêdanekê dike da ko zilamê wê jê hez bike.

Ew nizane ko ev þêx ji Xwedê ditirse û baweriya wî bi van hawa nayê!

Lê þêx xelasa xwe ji destên jinkê nabîne, ew jî þêxekî pir belengaz e.

Ji bo ko wê ji ser riwê xwe bide alî jê re dibêje keça min îþê te pir zahmet e gereke tu porekî ji þêrekî ji min re bînî ta ko ez karibin miradê te bicih bînin!

Jinik ji kêfa direve derve di hayê wê de wisan hêsan e porê þêr bidest bixîne.

Dema diçe derve þêx derî digre dibêje here Xwedê riya rast bide ber te.

Jink bi rê de li xwe hay hat, heylo ka wê ji kû porê þêr peyda bike û kî diwêre nêzîkî þêr bibe. Dîsan riwê jinkê zer dibe, xemgîn dibe, dest bi girî dike.

Pîrejinek ji wî alî de bal wê de tê, dilê wê xweþ dike wê haþ dike, jê dipirse: Keçko çi bela te ye?

Ew jî derdê xwe jê re dirêse û çîroka xwe bidawî kir û got pêdiviya wê bi porekî ji porên þêr heye û nizane wê çawa peyda bike.

Pîrê jê re got keça min rabe negrî, li wê daristanê þêrek heye, here ji xwe re porekî bîne.

Jinik dibêje þêr wê min bixwe, ez newêrim!

Pîrê jê re dibêje gêjê here, lê nêzîkî wî nebe, her roj jê re hêteke berx bibe, bavêje ber wî, ew were û ji destê te bixwe, tê karibî nêzîkî wî bibe.

Û dikarî porekî wî bibî.

Jinkê gotina pîrê xist serê xwe û berî da malê, berxek gurand û ji bo þêr amade kir.

Dema nîvroj bû, temûzê av di kûz de dikele, kes nikare serê xwe ji germa rokê derxîne.

Jinik dikevê kezeba rê de berê wê li daristanê ye, goþt dibe ji þêr re wek ko pîrê jê re got kir. Çend rojek bihurîn þêr nêzîk bû, bi çavên aramî li jinkê dinerî û goþtê xwe dixwar û li teniþt wê mexel hat, zik têr e dunya germ e þêr ket xeweke giran de, jinik jî destê xwe di ser wî re dibe, wî dilorîne, hema bi dizî porekî ji porên þêr radike û bi lez xwe ji daristanê diþemitîne. Berê xwe dide mala þêx, ji kêfa lêvên wê naçin ser hev, dema dighê bal þêx dibêje þêxê min, va ye min porek þêr ji te re anî, de ka bihele mêrê min ji min hez bike!

Þêx jê dipirse jina delal tu pir zîrekî; ka ji min re bibêje te çawa karîbû vî porî ji wî þêrê har bîne?

Jinkê guliyên çîroka xwe jê re veçirand.

Wê hingê þêx lê nerî û jê re got: Xanima ciwan, min ji te re got tu zîrekî gelo zilamê te ji wî þêrî hartir e ko tu nikarî xwe têke kirasê wî de?

Here riya dilê wî nas bike, bizanîn birçîbûna wî têr bike.

29.04.2010

Hîn ev nivîs nehatiye şîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere