FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com
Facebook û paþmayên Paltalk
30 Gulan 2010 Yekþem Saat 01:15


Têbînî:

Ez hêvê dikim, tukes gotara min bi taybetî nebîne.

Dema ko mijarekê gij dikim, bi mebesta derbirrîna nerîna xwe bidim. Nayê ewê wateyê ko kesekî/ê bi xwe destnîþan dikim.

Ji lew ra giþtîbûna evê babetê tekez dikim. 

Îsotê û Siwarê Kerê!

Demekê, anko berî çar salan û bi paþdetir ve, beþdarî þevên Paltalk dibûm. Taybetî di Koçka zimanê kurdî de, li wê koçkê di programê zimanê kurdî de min ji pertûka Mîr Celadet (Bingehên gramêra kurdî) wane didan. Þevekê min kir ko dest bi wana xwe bikim, ciwanmêrek bi navê (Siwarê Kerê) derbasî koçkê bû.

Yekser ez rawestiyam û min ji admînê koçkê re got: Keko! Eger Siwarê Kerê di koçkê de bimîne, ez lêbûrîna xwe dixwazim, berdewam nakim!

Ciwanmêr li ber geriya û got: Siwarê Kerê ji rindiya xwe re tu karibî derkeve û bi navekî din were. Bi berger û heyran heta derket û bi navekî wek Pîvazo vegeriya, me got ne xem e, hema bi bihna pîvazan be û ne bi Siwarê Kerê be. Careke din di koçkekê de bûm, nema baþ navê koçkê tê bîra min, þevbuhêrkeke helbestî bû. Ciwanikek bi navê Îsotê di koçkê de bû. Min jî helbest dixwendin û min li nivîsan nedinerî. Ji niþka ve qerebalixek di koçkê de çêbû, li ser daxwaza admîn rawestiyam, heta pirsgirêkê çareser bike. Vêca min nivîs xwendin, ko çi bibînim, Îsotê û hinekan bavên hev anîne qirûþan! Ji nivîsên Îsotê(yên bi gef): (Eger hûn min bêtir tevbidin ez ê nivîsên we ên pirîvat, yek bi yek bavêjim ekranê koçkê), (Dikarim navê heçî ko bi min re pirîvat kiriye aþkere bikim.), (Ma hûn nizanin çima navê min Îsotê ye?) (Ji tûjbûn û harbûnê hatiye), (We çi dîtiye bêjin, ez jin im û mêrê nekeve serê min de jê re nabêjim merheba...) û hinek peyvên dîtir ji derveyî rêzê kirin. Helbet yên mîna Îsotê bi hezaran hene, dibe her kêlîkekê bi navekî derbas bibin. Hin ji wan tênagihên ko mirov xwe piçekî biwestîne û ji teknîkê bigihê, bi alkariya xwediyê koçkê, yekser dinase ev nav ji kîjan cihderkê ye.

Admîn ew neavêt, nizanim jê ditirsiya û nizanim - ev jinên wisa pêþî hin admînên koçkan nerm dikin – ta ko bi kêfa xwe bimînin. Lê çi sûde bû, þevbuhêrk têkbir.

Weke van (Siwarê Kerê û Îsotê) bi hezaran me li Paltalk dîtin, helbet ev çar sal min li deriyê koçkekê nexistiye û nema diramim jî ko biçim. Ji xwe koçkên stranan tevlî rêza min ji xwediyê wan re, taybet hatine vekirin ji bo ev kesên bêkar hev binasin. Ji koçkê û hindek nivîs dest pê dikin û heta...
Li vir pirsek tê bîra min, gelo ev xwedanên koçkên stranan çi sûdeyê ji civandina evê gemarê dibînin? Mafir ko heryek ji me dikare li internet û derveyî internet li hezarên stranan guhdar bike.

Bi giþtî Paltalk li nav miletên paþketî ji bo qerebalix, dijûn, hevnasîna zilam û jinan (pirîvat û aþkere), babetên skes – koçkên kurdî tenê yên Soranan di vê babetê de aþkere hebûn, lê yên Ereb, Rûs û gelekên din pir in. – belam yên Kurdên din bi giþtî di piþt perdê de bûn.

Berî ji mijara Paltalk derkevim, dixwazim bibêjim: Ne ko mirov nikare sûdê ji evan programan bike, û ne jî dibêjim hemî kesên ko dihatin û hêj tên Paltalk nebaþ in. Bêguman kesên rewþenbîr, zanyar û welatperwer dikarin sûde jê bigirin, lê bi giþtî rewþa Paltalk xirab e û ji bil bêkar û qerwelkçiyan cihê xwe tê de nabînin.

Facebook: Malpereke civakî yî cîhanî ye. Di çarê sibata 2004an de li zankoya Harvard (Harvard University) li Amerîka hat damezirandin. Xwedanê wê Mark Zuckerberg e, destpêka malperê taybetî ji bo xwendekarên zankoyê bû. Dûv re berfireh kirin, xwendekarên xwendina amadeyî jî ketin nav û çi kesê ko sêzdehsalî û di ser re jî beþdar bûn. Û ji sala 2007an ve malper bû giþtî, 60 milyon beþdar bûn, nuha 400 milyon beþdarê facebookê hene.

Facebook bi taybetî gava hat damezirandin, di nav xwendevanan de weke hevnasînekê, ji pelên wan re yên taybet ko heryek bikaribe pela yên din bi tevayî bixwîne. Hevxwendin armanca serekî ye, ji bo ko ezmûneyên hev binasin û heryek ji yê dî re bixwîne.

Ev malper nuha cîhanî ye, bi milyonan tê de beþdar hene, ji hemû miletan, hemî babetan himbêz dike. Eger bazirganî, rewþenbîrî, abûrî, xwendin, huner, jinên laþfiroþ, zilamên homo, dezgeh... h. d. Hemî dîwar jî dikarin li ser hev vebin, hemî toretevin bi hev ve girêdayî ne. Mirov ji rojhilat, heta rojava û ji baþûr heta bi bakur bi hev ve têtin girêdan.

Berevajî Paltalk, koçkên girtî û navên veþartî ne, çi serserî, nebaþ û xwefiroþ, tolaz, nezan,  rewþenbîr û xwendekar dikarin li ba hev di heman koçkê de bicivin. Ji ber ko nav bi piranî nihênî ne, kes ji kesî þerm nake, mîna ko welatekî tarî be û herkes tê de tazî û rût be. Ji lew ra gelek kes hene, rojê bi deh navan derbas dibin, li her cihekî bi navekî û li her cihekî bi þêweyekî derbas dibin.

Nihênî û veþartina nav bi armancina tê, yek jê ko karibe bi kêfa xwe bilîze û tu kes wî/ê nasnake.

Gelek ezmûne hene û li gelek welatan jin û mêr ketine toreya hev, heryek ji wan ji odakê bi yê/a dî re ketiye peywendiyê û dawî li ser vê mijarê hev berdane. Xwendineke berfireh di sala 2008an de li ser vê mijarê çêbû, serjimara berdanê bi sedema Paltalk û chat giha bû hejmareke mezin û tirsnak.

Di gengeþeyekê de berî çend rojan digel dostekî de, em li ser heman mijarê diaxivîn. Dostê min got: Ez dibînim ko roj bi roj Facebook jî tête guhertin û navên nihênî lê pir dibin, min rastî jê re bersiv da: Heman ew paþmayên ko li palltalkê bûn, ko þev û roj pê de dikarîbûn toreyeke peywendiyan biafirînin û pirîvatan bikin. Ew bi xwe ne yên ko dixwazin têkevin nava cîhaneke firehtir, têwirdanê di têkiliyên aþkere de bikin. Rûperdekirî derbasî camzelaliya cîhana Facebookê bibin. Helbet ji mafê wane jî ko têkevin Facebook, çimkî ev cîhaneke ji zanyarî, pêzanîn û mirovan dagirtî ye. Lê di nerîna min de tenê hatine kirdeyên xwe ên taybet pêk bînin. Anko ne hatine ko berhem, zanyarî û ezmûneya xwe a zanistî þanî cîhanekê bikin. Tenê dikarin gelekan nas bikin, pela xwe ji stran û parçevîdyoyên Youtubê dagirin, ew û hevalên xwe hevpar bikin. Pê re jî bi nihêniya navên xwe dikarin têwirdanê di her dever û tiþtî de jî bikin.

Facebook cîhanek e, gerek miletê me bi zanyarî sûdeyê jê werbigire. Bila her kar di rajeya zanînê de be. Em pir kesên bilind di Facebookê de dibînin, nerîn, çalakî, berhem û jiyana wan dixwînin. Herwisa yên ko fabrîkên xwe pêþkêþ dikin, an yên ko kultûra miletê xwe, an huner, stran...helbest.. h.d. Ev hevxwendin armanca Facebookê ye.

Tiþtekî dî ez dixwazim bala xwendevan û bikarhênerên Facebookê bikêþînim ser, ji xwezaya vî miletî ye ko birçiyê hertiþtî ye. Û ya serekî zayend e, niha binerin eger navekî nihênî yê jinekê, gulekê, darekê, xewnekê anko derbirrîna mêbûnê bike, yekser bi sedan xort ewî navî add dikin.

Zanyarek hebû, gelek pertûk û nivîsên wî belav bibûn, lê hayê tukesî jê tune bû. Bi rojan re qîza wî giha û xwendina xwe beþê rêklam bi dûmahî kir. Di demeke kurt de ew keç di naskirinê de giha asteke cîhanî, bi kurtî ev rewþa miletên paþketî ye. Eger her navekî nihênî derbasî Facebookê bibe û tukes guh nedê, wê cihê wan  kesên xwedan navên nediyar lê tunebe. Lê dema ko bi sedan wan add bikin, ji xwe sînga civatê dibe ya wan û wê bigihên ko armancên xwe pêk bînin.

Tev ko ev gotar wê ne gelekî kartêker be jî, lê pendeke Þamiyan heye dibêje: Evê lepa herriyê li dîwêr bide, eger negirt tekez wê cihê xwe li ser çap bike.    

azad hesko
serpehatya bilbilo1923
silav û rêz mamoste wek te ani ziman ez ji yek ji wane kû bo neziki 10 salan ez derbasi paltalke de bim ez ne helbastvanim le helbasten tirej û cigerxwin û melaye ceziri bash de xwinim û de hemi kocka de tema nas kerin de bin nave bilbilo 1923 helbasta tirej caraki neziki newroze bo min dit dawek ji kockake bo min hat min got akid neziki newroze ya aw dixwazin ez helbastna bo wan bejim dema ez derbasi kocke bom admin bi nave (bergilo) got wayi kak bilbilo tu de ser hardo fere gone mira hati
31 Gulan 2010 Duþem Saat 04:48
Mihemedv Eli
Mixabin tiþtên wisa hînker û giranbuha nayên xwandin!
Birêz Xemcivîn, gelek sipas ji bo gotara we. Bi rastî ew sûdbar e, lê mixabin ew kesên ku we amaje pê kiriye -mixabin- tiþtên wisa nirxbuha naxwînin! Jixwe qada nîgaþî ji wan re bûye deriyekî nû ku nesaziya derûn û perwerdeya xwe raber bikin. Van heman kesan di qada ketwarî de li paþ dîwarên cîranên xwe rawestîne û deng û razên wan vedizîne, van heman kesan anbuxtanî û gelacî di quncikên tarî de li xelkê beguneh kirine...
Carik din Sipas!
30 Gulan 2010 Yekþem Saat 13:30

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere