FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Salih Bozan
salihbozan@hotmail.com
Rastiya AKP
03 Tîrmeh 2010 þemî Saat 01:12

Bi nêrîna min gereg kes loman li PKK neke, ji bo tûndîtiya (þideta) vê cenga dawiyê, bi taybetî aliyên Kurd. Weke ku li ber çavan e, dewleta Tirk ti carî êrîþên xwe dijî PKK û DTP û BDP nerawestandin, ji aliyê din ve polîtîka AKP ji bo doza kurdî qet ne zelal bû, hawirdoran texmîn dikir ku di mejiyê AKPêyan de çareseriyek heye. Lê ev polîtika ku texmîn diweþand gîþte dawiya xwe. Bi gotineke din hemû tiþt aþkere bû. AKP dixwest tevahiya Kurdan bi vê polotîkê bixapîne. Bi temamî çawa M.Kemal berî heþtê salî hêviyeke derewîn da ber çavên Kurdan, û bi wê hêviyê hêza kurdan ji xwe re bi karanî, û paþê pêle stiyê Kurdan kir û derbasî dewleta xwe ya antî-kurdî bû(dijî Kurdan), û ta niha bi vê stratjiyê Tirk diqîrin. Xuya bû ku eynî plana AKP ji Kurdan re hazir kiribû. AKPêyan dixwest diyar bikin, ku ew ne bi stratîjiya kemalizmê ya dijî kurdan re ne. Ew dê doza kurdî çareser bikin, û Kurdan razî bikin. Erdoxan dixwest vê hêviya pêpirkî bide ber çavên Kurda, ji bo hêza wan bike xizmeta stratijiya xwe ya nû "Neo-osmanîsim", yanî avakirina împiratoriyeke osmanî ya nû. Û paþê dê weke M.Kemel Kurdan ji perlomentoyê biqewitîne, û doza kurdî li Tirkiyê bi carekê de rake, yan jî sedsaleke din di xew ke.

Meseleyeke me Kurdan heye dibêje, ku kurmî dêr ne ji dêr be, dêr nabire. PKK saziye tewre tenê bû di nav Kurdan de, ku ev stratîjiya AKP ji bin de fêm kiribû. Loma ew nehat xapandin; ne bi TRT-6ê re (ez ne dijî vê kenalê me, belam ez jê hez dikim), ne bi vekirina bi herêma Kurdistana Êrakê re, û ne jî bi Vekirina demokratîk re "Açilim".

Lê dîsa gereg em xwe ser rastiyê re çenekin. PKK wext bi temamî da AKPêyan, ji bo gotinên xwe di warê çareserkirina doza kurdî de bicih bînin, û civata Tirkiyê bi tevahî derbasî aramiyê kin.

Li dawiyê plana AKP ji bo doza kurdî aþkere bû. AKP dixwest PKK ji holê rake, û paþê Kurdan di rewþeke perîþan ke, ji bo mecbûr bibin li pey AKP bimeþen, weke Kurdên di partiyên CHP, û MHP de.  Gava ev plana AKP aþkere bû, ji niþkave Erdoxan xwe kir lehengê Xezzê, û hêsir ser zarokên Xezzê de barandin.

Kurd ne dijî piþtgiriya bi Xezzê re ne, belam ew dixwazim cihan gîþ bi þêniyên Xezzê re bisekine, ji bil ku tiþtên Israyîl li Xezzê dike, tevahiya mirovahiyê riswa dike. Lê gav kesek, an hêzek, an dewletek dixwaze li ser jan û êþigiyên kesekî din, an miletekî din biçêrê, ew wêçaxê ji Israyîlê xerab tire. Ýsrayîl ji bo miletê felestînî dijminekî aþkere ye, lê AKP ji bo Kurdan dixwaze dijminahiya xwe veþêre, ew rûyê xwe bi îslamê diniximîne, bi mafên þêniyên Xezzê boyax dike.

Bêguman dilî me bi hemû xortên PKK û yên Tirkan ku roj bi roj tên kuþtin diþewite, ji bil ku di dozekê de têne kuþtin, di eynî demê de ev doza bi hêsanî çareser dibe, û ev xortên Kurd û Tirk dikarin di rewþeke aram de bi hev re bijîn, bigerin, bistirên, û ji hevdu hez jî bikin...

Lê berpirsiyarê kuþtina van xortan AKP tenê ye. Çendîn ku partiyên kurdî, siyasetmedarên serbixwe, rewþenbîr û nivîskarên kurd yên bi awayekî ji aweyan bi doza kurdî mijûl dibin, çendîn ku têbînên wan li ser PKK û Ocelan henin jî, gereg hîro dijî siyaseta AKP bisekinin, dijî oparesiyonên ordiya Tirkan, û rê nedin mediya Tirk û Ereb Û farisan doza kurdî gemarî bikin. Ku dozeke pîroz di vê sedsala bîst û yekê de heye, bêgoman ew doza kurdîye.

Bira vê rastiyê berî hemû kesî Kurdên AKP fêm bikin, ew hîro berpirsiyarê berdewamiya vê cengê ne, ku ew 75 perlomentoyên AKP ên Kurd nameyekê ji Erdoxan re biþînin, û jê bixwazin bira opersiyon bisekinin, bira doza kurdî di sînorên Tirkiyê de bi aþtî çareser bibe, yan jî emê dest ji AKP berdin, ew wê çaxê ne bes rêya demokratîk li ber çareseriya doza kurdî vedikin, belam ew wê çaxê sûzena xûna xortên Kurd û Tirk bi tevahî radiwestînin. Û dê dîrok vê fêdebûna wan bi tîpên zêrîn binivîse.

bênav im
bêguman
belê,sipas ji bo nivîskar.
helbet ku siyasetmedarên kurd bi kurdî biaxivin dê bêhtir ciwan bi zimanê xwe ve bêne girêdan. û heft xwezî ku zanîbana. lê mixabin sîstema tirkiye ku mejîyê me dagir kiriye kir ku em ramanên xwe yên herî dijwar li hember vê sîstemê bi tirkî bînin ziman. bila ew rebenên xudê zanibin ku rêbertî bi nivîsandina çend peyaman li ser kompûterê nabe. keremkin dakevin qadan hêza xwe tev lî ya 'rêberan' bikin da ku alîyê kêm yê vê têkoþînê ,ev kêmasî li gor we ye, temam bibe.
21 Tîrmeh 2010 Çarþem Saat 21:25
Abram SAHIN
xaleke tene
Zor spas mamoste BOZAN
14 Tîrmeh 2010 Çarþem Saat 17:18
hogir
bixwine
Vê bixwîne belkî bibe alîkar jib o tu pkk nas bikî netew û ziman ji hev nayên cuda kirin mirina zimanê Kurdî mirina gelê Kurd di Tirkîye de ye. Her kes rast tê gava diçe Amed nizane û dimîne þaþ ka li bajarekî Kurdan e yan li bajarekî Tirkan e.? li vir dixwazim hin rastîyên civaka me bidim xuya kirin . Partîyên sîyasî yên Kurdan û zimanê Kurdî li bakurê Kurdistan Partîya sereke di warê heskirinê de li bakur ya ku tekoþîna 20 salan didomîne . dimînim þaþ dema pir ji lîderên wê heta zimanê Kurdî nizanin biaxêvin mînak ezê bi nav bikim ez berpirsayetîyê radikim ser xwe wek Karasu, Duran Kalkan, Ali Haydar Kaytan û hwd bi zimanê Kurdî nizanîn eger bizanibin jî xwe nagrin biaxêvin yan zimanê me kêm dibînin berûvajîyê wê Kurdên ku ji parçeyên din tevlî wê partîyê dibin bê îstîsna zimanê Tirkî hîn dibin. Gelo li vir pirs dikim yek bêtir ji 20 salan di nav tekoþîna gelê Kurd de bixebite dibe ku zimanê wî gelî nizanibe? Nêrîna min ew kêmbûna hestên netewî ye . ew kes ji bo me nabin rêber û ji bo me azadîya ku em hêvî dikin nabin destek. Li vir ji bo kî gelî dixebitin? vê pirsê ji bo we dihêlim . Ya min kêfxweþ dike îro hebûna 20 Kurdan di parlementa Tirkîye de ne . li vir pirs ji wan dikim û hêvî ji wan dikim ku bi zimanê Kurdî biaxêvin di parlementoyê de û eger nizanibin jî ew tiþtekî dike gumana me de . heya bi Kurdistanê bixwe jî dema daxuyanîya didin bi Tirkî . ev dihêle ku ciwanên me nifþe nû zimanê xwe kêm bibîne. Eger daxuyanên we siyasetmedarino bikêr bin pêwist nake hûn bi zimanê wan biaxêvin wê daxuyanîya we wergerînin zimanê xwe îro ji wergerandinê hêsantir tiþtek heye. Hêvî dikim despêkê sîyasetmedarên me bi Kurdî biaxêvin . zimanê Kurdî ji hemû zimanên cîhanê xweþtir e ji ber ku ez Kurd im . tiþta min îro ji Tirkekî cuda dike zimanê Kurdî ye
09 Tîrmeh 2010 În Saat 15:06

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere