FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Arþevê Oskan
arsevoskan@hotmail.com
Spasname
05 Tîrmeh 2010 Duþem Saat 13:05

Mirov di jiyana xwe de, nizane sibê dê pêrgî çi bibe, lê ku pêrgî çi hat jî, ji bilî aramî û liberxwedanê tiþtekî dî bikêr nayê. Carnan ku mirov dikeve tengasiyekê, jiyan lê dibe mîna çaleke kûr û tarî, loma çavên xwe li dost, heval û hezkiriyên xwe digerîne.

Ku ew jî peyda nekir, dê dermanekî pûçkirinê bistîne da ku bi zindana xwe ya bêderî hestiya nebe. Ku hat û mirov li dostekî xwe rast hat ”dostên bi rastî” ew dost hin ji êþên wî pê re par ve dike.

Ji heyvekê zêdetir li nexweþxaneyê di nav êþ û birînan de vedigevizîm, bi sedan dost û hevalan li min pirsîn, telefon kirin, hatin serdana min, email nivîsîn… helbet hebûna wan dostan ji bo min pir giring bû û ji dermanan bêhtir êþên min sivik kirin. Ji wan hevalan yekî hunermed di serdana xwe de, pênûs û defterk li þûna gurzek gul da destê min ev pênûsa ku niha pê dinivîsim. Wî hevalî dizanî bû ku pêdiviya min bi pênûsê heye. Hevalê/a ku herî bêhtir êþên min sivik dike pênûs e. Ji xwe berê jî min gotibû ku ji nivîsê pêve ji tiþtekî din re nabim û jiyana min î mayî jî dê dîsa ji nivîsandinê re be.

Ku mirov hat û qesrek ava kir, dê rojekê bê herifandin û bibe kavil. Mirov hat û rezek çand dê rojek bê ku bête cotkirin û birize. Lê nivîs tiþtê herî nemir e di jiyana mirovan de. Nivîs tiþtê herî bi bandor e, ku li her tiþtî mikur tê, li baqijî û qirêja jiyanê û teresiya demê û di hundirê wê lêmikurhatinê de, hem pîvana giyanî û hem jî ya mirovatî di neynikekê de niþanê mirovan dide.

Serpêhatî û bîranînên mirov bi awayê nivîskî dihêle mirov bi wî kesî re di demeke jibîrbûyî de bijî. Evîna ku li rûpelê bête nivîsandin evîneke pîroz û nemir e. Bi nivîsê mirov û xeyal, hêvî û xewnên xwe bi hezarên salan dijî, bê nivîs jiyan bêwate û stun þikestî ye.

Ev tiþt û gelek tiþtên din, li nexweþxanê di serê min re derbas bûn û êþên min bi min dan jibîrkirin. Dihiþt ku ez li wan demên xwe yên vala poþman bibim. Gelek hevalên ku di nav toza salan de wenda bûbûn hatin bîra min û gelek bîranîn û çîrokên ku ji dîwarê serê min hatibûn þuþtin dîsa xwe nû kirin û reng vedan… Hiþtin ku ez bê hiþê xwe bibêjim; wax temen çiqas kin e, û mirov çiqas bêhêz û belengaz e.

Spas ji bo her kesê ku êþên min par ve kirin.

 

2.7.2010

þêxmûs sefer
DERBASBÛYÎ BE!
Birayê delal,
Ez anha bi nexweþîya te hisîyam.Derbasbûyî be û hêvîya min ew e ku tu baþ bibe,
Slav!
30 Tîrmeh 2010 În Saat 15:24
Demhat Dêrikî
Tu bi xêr hatî kekê Arsev
Hêvîdarim her û her tendirustiya te baþ be û bê bela be û pênûsa te zindî be!
09 Tîrmeh 2010 În Saat 22:11
ahwara ako
hêvî darim tu bash saxlem bi.
bi rastî kek ê delal Arshev nûcheyên saxlemî û tenduristî yê herdem canê mirov xwesh dikin û resh dikin. hêvî dikim ku tu kêfxwesh û saxlem bibî ne tenê bi gotinê belê bi can û lash jî. spas
07 Tîrmeh 2010 Çarþem Saat 10:34

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere