FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Silêmanê Alîxan
silemani_alixani@yahoo.com
Ev gutar li Badînan hat qedexe kirin!!!?
13 Tîrmeh 2010 Sêþem Saat 20:13

- Berî demekê rêxistineke navnetwî rapora xwe derbarî diyardeya Xetenekirinê (Sinetkirina Jinan) li Baþûrê Kurdistanê belavkir. Me jî ev gutara li jêr nivîsand û me xwest di saziyeke devera Behdînan de belav bikin, lê mixabin berpirsekî mezin ê wê deverê rê neda!!!?

- Ez gutara xwe di Avestakurd de diweþînim û hêvîdarim kesên ku wê dixwînin têbîniyên xwe diyarbikin ka çi tiþtê Xeter tê de heye ku deshilatdarekî Kurdistanê nehêle ev gutar bê weþandin û xwendin.. Rêz û Hurmet

Desthelat û Xetenekirin

Silêmanê Alîxan-Elmanya

Berî çend salan rêxistinên mafên mirovî eþkere kirin ku diyardeya "xetenekirinê" li Baþûrê Kurdistanê heye. Paþî hejmareke kêm a saziyên medyayê hinek gutar û raport belav kirin û ew mijar azirand. Di encam de deshelatdarên deverê diyarkirin ku ewê wê diyardeya nemirovane ji nav bibin û wê zulmê li ser keçên herêmê rakin. Lê heta noke jî maye û diyare di gel zêdebûna hejimara rûniþtvanan û ji dayikbûna zarokên keç, ew diyarde jî bilind dibe û li her cihekî jî bi þêwe û rêjeyekê. Bo mînak ew diyarde li devera Behdînan nîne û min bawere bêtiriya jinên wê deverê mendehoþ dibin dema peyva "xetenekirin"ê guh lê dibin‌ û çê dibe bawer jî nekin ku tiþtekî wisa li welatê wan heye. Çalakvanên mafên mirovî yên Kurd û biyanî jî amaje bi vê rastiyê didin û diyar dikin ku tenê li hinek gundên Behdînan di nav hinek malbatên ku ji deverên din ên Kurdistanê çûne wir, anku ew malbatên ku ne xelkên resenên Behdînanin, ev diyarde heye, lê neya zêde ye.


Ev tiþt jî, wate hebûna wê diyardeyê li hinek deveran û nebûna wê li hinek deverên din, diyar dike ku ev diyarde ne beþeke ji kultura resena Kurdî û misoger ji nav gel û miletên derdor hatiye Kurdistanê, lê mixabin deshelatdarên Baþûrê Kurdistanê yên ku hewlên ciddî didin ji bo kirîna xanî û tirombêlan bo xwe û kesûkarên xwe. Karekî ji dil nakin bo jinavbirina vê diyardeyê, belku hebûna wê bi ferehî înkardikin, herwesa bi sistî temaþeyî zerer û ziyanên wê dikin‌. Ev jî bi baweriya min corekê gendeliyê ye û xelkê Kurdistanê jî gendel dike û wan han dide ku bi eþkereyî keçên xwe xetene bikin, weke‌ sunneteke ola Îslamê. Herwesa dema saziyên navnetewî raportekê derdixin û amaje bi hebûna wê diyardeyê dikin li Kurdistanê û hinek hejimar û rêjeyan belav dikin, desthelatdarên Kurdistanê wan raportan red dikin û dibêjin ku zaniyariyên wan rêxistinan ne di dirustin, bêyî ku ew jî zaniyarîan bidin.


Diyare ji bilî ku ev diyardeye dijî sadetirîn bingehên mafên mirovî ye, herwesa hin caran keçên ku tên xetenekirin, rastî nexweþiyan dibin yan demê mezin dibin hest bi kêmatiyê dikin. Ji aliyekî din ve ev sunetkirin dibe sedema wê yekê ku jina Kurd ya ku di bingehê de ji gelek mafên xwe bêbare, bi rêya birîna beþeke endamê wê yê zayindeyî, ji biçûktirîn mafên xwe yên sirûþtî ku ew jî hestkirina bi xweþiyê ye,‌ bê bêbar kirin. Li vir ez dibêjim; tevî wê yekê ku navê Behdînan bi paþkeftinê belav bûye, lê xwezî di warê xetenekirinê de hemû xelkê Kurdistanê wê civakê ji xwe bikin mînak, çav li wan bikin û li hêviya sozên berpirsan nemînin, ji ber ku berpirs mijûlî komkirina taybetmendiyane bo xwe û dema wan nîne xwe bi karubarên "bêserûberên jinan"ve mijûl bikin. Yan jî dibe ku deshelata Kurdistanê bi xwe jî bi þêweyekî hatine xetenekirin, lewma hest bi xweþî û nexweþiyên xelkê xwe nake!!?.

silemani_alixani@yahoo.com

heihat aradn
4676017
dest xos kak sileman
12 Tebax 2010 Pênþem Saat 19:36
welat,idris
xitan kirrin ya kican
tistek base em behsa xeletiye wxe bikin ,rexnekirin
bele li basur tiste mestir hene gerek em be deng neminin
20 Tîrmeh 2010 Sêþem Saat 10:51
Heseno
Þerm e!
Bi rastî cihê þermezariyê ye. Me pêdivî bi pêngavêt wesa kirêt nîn e. Divêt em hewla pêþkeftinê bikîn, ne bergirî û hewla veþartina evan diyardeyêt tehl. Hîvîdar im hikûmet êdî hindek pêngavêt berbiçav li dijî hebûn û belavbûna sinetkirina jinan bavêjit, da em ji vê rûreþiyê rizgar bibîn. Sosret e ku ev sinetkirina jinan bi tinê li derveyî Badînanê dhête dîtin. Kek Silêman tu her bijî, destxweþiyê li te dikim bo evê gotara te ya girîng. Gelek supas!
14 Tîrmeh 2010 Çarþem Saat 20:48

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere