Serrûpel Nûçe Aloziya di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam e!

Aloziya di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam e!

Belav bike

Piştî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji Emerîka kir ku balefirên şer yên F-16 nefroşe Hikûmeta Malikî û gotibû ku ew balefir ji bo Kurdan gefin û dê bi rêya wan êrîşî Kurdan bike, Alîkarê Serokwezîrê Îraqê Samî El Eskerî li Îranê daxuyaniyek da. El Eskerî da diyarkirin ku ‘çekên giran di destê Herêma Kurdistanê de hene û ew ji bo Îraqê gef in’ û got ku ‘divê Herêma Kurdistanê wan çekên giran ku li dema hilweşîna rejîma Sedam dest danîn ser radestî Bexdayê bike.’ Alîkarê zilamê Îranê ku Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî ye Elî Eskerî got jî “Ger mebesta Herêma Kurdistanê di nava Yekîtiya Îraqê de bimîne ye, nexwe bila wan tank û balefirên şer radestî Bexda bike.” Her weha El Eskerî di axivitina xwe ya ji Perss TV’yê re kirî de, da diyarkirin ku “Leşkerên Kurd li welatê Rojava perwerdeya pîlotiyê dibînin.” Hêjayî gotinê ye, Kurd, Sûne û heta gelek Şîîa ji rêberiya Malikî nerazîne û çavlirêye di civîna ku dê di meha gulanê de li Hewlêr pêk were, pirsên heyîn bêne gotûbêjkirin û ger Malikî beşdarî civîne nebe gumaneke mezine ku dê Serokwezîriyê ji Malikî bikşînin. 

Avestakurd