Serrûpel Nûçe H. Derwîş: Ti problem di navbera şandên ENKS de li derve tune...

H. Derwîş: Ti problem di navbera şandên ENKS de li derve tune ne

Belav bike

AVESTA KURD – Duh (3-5-2012), serokê komîteya peywendiyên derve ya encûmana niştimanî ya kurdî li Sûriyê siyasetmedar “Ebdilhemîd Derwîş”

di daxuyaniyeke taybetî de ragihand ku ti problem di navbera şandên ENKS yên li derve de tunene.

Piştî ku hin malperên enternetê gotibûn ku problem di navbera şandên ENKS yên li derve de çê bûne, Derwîş bi daxuyaniya xwe ew nûçe ne rast derxistin û got ku têkliyên di navbera şandên ENKS yên li derve de normalin û ew ji ber rewşa xwe ya tenduristî neçûye Amerîka.

I.K