Serrûpel Nûçe Li Çemçemalê jinekê bi alîkariya yarê xwe mêrê xwe xeniqand

Li Çemçemalê jinekê bi alîkariya yarê xwe mêrê xwe xeniqand

Belav bike

Ew dibêje ew bi rabûna wê kiryarê ne poşman e.

Wê şeva 19.02.2012 bi alîkariya kesekî mêrê xwe Beşaret Hemîd, bi elageya naylonî xeniqand.

Birêvebirê polîsên Çemçemal Adnan Osman dibêje, ew ketin gumanê ku dest jina wî di xeniqandina wî  de hebe, piştî lêkolînekê, ew dibînin ku pêwendiyeke xoşewîstî ya Giwêstan S. bi mêrekî din re hebû ye.

Li gora nûçeyeke Rûdaw, Giwêstan S. ji polîsan re, di îfadeya xwe de got, şevekê mêrê wê şerab vexwaribû, ew bi pêwendî bi wî zilamî re danî ku têkiliya xoşewîstî di navbera wan de hebû, wan seet 11.30 hev dîtin, elektirîk qut kirin, bavê 3 zarokan kelepçe kirin, tund girêdan, piştre jî wê mêrê xwe bi alîkariya dostê xwe ew xeniqand.

Giwêstan S. pesna dostê xwe yê 25 salî dide û dibêje wî baş kir ku di kuştina mêrê wê de bû alîkar.

Niha her du jî girtî ne.

Giwêstan S. ji dadger re got ku ew poşmane û xwe sûcdar dibîne.

AVESTA KURD