Diyarbekir bajarekî gelek mezin û kevn e. Ev bajarê qedîm nufûseke gelek qerebalix di nav xwe de dihewîne. Di nav vê nufûsa qerebalix de jî gelek çîn û tebeqe hene. Hinek ji wan dewlemend in, hinek pirr dewlemend in. Hinek ji wan feqîr in, hinek pirr feqîr in.
Zarok jî li gorî tebeqeya ku di nav de cî digrin, dibin xwediyê fam û çandekê. Zarokên dewlemendan di nav çanda rejima komara Tirkiyê de cî digrin û entegreyî sîstema wan dibin. Zarokên feqîran jî li derveyî sîstema dewletê dîmînin û mecbûr dimînin ku li çareya serê xwe binêrin. Ev çare yan jî bêçarebûn berê van zarokan dide karên li derveyî zagonan.
Di nav ev karên ku bê yasayî tê kirin de dizî, şêlandin, firotina narkotîkan û laşfiroşî serî dikişînin. Ev karên ku zarok xwe lê digrin hemû jî xeter in. Lê bawer im, di nav van karan de ji bo zarokan yê herî xeter, bikaranîn û firotina narkotîkê ye.
Li gorî ku rojname dinivîsînin, di nav du salên dawîn de, li Diyarbekirê li ser çandinî û firotina narkotîkê 594 operasyon hatine kirin û di van operasyonan de 3 153 kes ketine qeyda ewlekariyê. Di van operasyonan de 49 kîlogram eroîn, 17 ton esrar û 818 hebên extacy hatine girtin.
Dîsa di nûçeyeke din de hatiye diyarkirin ku di nav sê salên dawîn de 2 512 kes ji ber bikaranîna narkotîkê ketine bin kontrola ewlekariyê ku ji vana 342 kes zarok in.
Li Diyarbekirê ev karê narkotîkê hema bibêje bi awayekî nîv eşkere tê kirin. Li ber dibistanan, li kafeyan, li parkan û li gelek dikanan narkotîk tên firotin. Wisa xuya dike ku di belavkirina narkotîkê de destên nedîtî rol dilîzin û dixwazin xortên Kurdan bi dû narkotîkê bikevin û ji rastiya xwe bi dûr bikevin.
Di serî de jî me gotibû ku malbatên dewlemend yan jî bi gotineke din yên li ser bêjingê dimînin, zarokên xwe ji van karan diparêzin. Lewra taxên ku lê rûdinin û dibistanên lê dixwînin ji hev gelek dûr û cûda ne. Bazirgan û esnafên zengîn, parêzer û doktorên zengîn, burokratên mezin yên karê dewletê dikin û mutahîdên înşatan çêdikin niha li taxên wek Dîcle kent, Hamravat, Gokkuşaxi civiyane û têkiliya xwe ji xelkê bajêr birrîne. Ji ber ku zarokên wan jî li dibistanên taybet dixwînin, têkiliya zarokên wan jî bi zarokên xelkê re tune ne. Dibe ku di nav wan de hinek malbat hebin ku xwe welatparêz nîşan bidin, lê ew bi xwe jî zarokên xwe wek tirkan mezin dikin û ji bo di nav sîstema dewleta Tirk de bikaribin bibin xwedî karekî baş, wan ji niha ve amade dikin. Helbet dibe ku çend malbat hebin ku di nav malê de Kurdîtiya xwe biparêzin lê ew îstîsna ne.
Li gorî ku rojname dinivîsînin û lêkolînên hatine kirin, zarokên ku tevlî karên firotina narkotîkê dibin û ew bi xwe jî bikar tînin bi pirranî ji taxên nava Sûrê yên wek Derê Serayê û Xançepekê, ji derdora Fîskayayê, Seyrantepeyê û ji taxên nav Rezan jî yên wek Kaynartepe, Mûradiye, Pênc Nîsanê ne.
Ev taxên ku li jor me navê wan dan û gelek taxên wek wan ciyê rûniştina xelkê xizan in û pirraniya wan ji derveyî sîstema dewletê mane. Ji ber ku di warên aboriyê de tevlî sîstema dewletê nebûne, di heman demê de entegrekirina wan ya sîstemî jî gelek zor dibe. Ev taxên ku ji bandora sîstema Tirk dûr dijîn û entegre nebûne bi pirranî hîn bi Kurdî diaxivin û li dijî rejima Tirk derdikevin.
Ew keç û xortên kevir davêjin, ew zarokên biçûk yên ku li hemberî panzeran îşaretên serketinê dikin, hema bibê ji sedî nod û nehên wan ji van taxan derdikevin. Ev xort û zarokên ku asîmîle nebûne û li derveyî entegrasyona dewletê mane, niha bi xetereyên gelek mezin re rû bi rû ne. Gava zarok dest bi narkotîkê dikin, bi her awayî ji rastiya civaka xwe dûr dikevin. Û wisa xuya ye ku ji belavbûn û bikaranîna narkotîkê bi taybetî jî li van taxên ku em behs dikin hinek destên nedîtî kar dikin. Yanî bi armanceke wisa ev kar tê kirin ku dibêjin Kurdên entegre nabin, bila pûç bibin, bila ji xwe re jî nebin.
Di vî warî de barê giran dikeve ser milên şaredariyan. Meriv nikare bibêje ku haya şaredariyan ji van meseleyan tune ye. Helbet li ser difikirin lê heta niha gaveke berbiçav navêtine. Em dixawzin ji bo meseleyên wisa bala şaredaran bikişînin. Lewra ew zarok siberoja me ne.
Bi narkotîkê pûçkirina zarokan, pûçkirin û tunekirina siberoja Amedê ye.