Serrûpel Magazîn Demîrtaş: Di sûîkasta Tatlises de tilîya AKP heye..

Demîrtaş: Di sûîkasta Tatlises de tilîya AKP heye..

Belav bike

Hevserokê BDPê Selahattîn demîrtaş, îro çû Rihayê û li navenda bajêr a BDPê daxuyanî dan û di derbarê sûîkasta Îbrahîm Tatlises de gotinên balkêş kirin. ”Xwestin sûîkasta Tatlises bixine stûyê BDPê. Ew bi zanebûn hate kirin, li berî hilbijartinan. Xwestin hişên Rihayiyan tevlihev bikin. Çimkî AKPê talîmata “BDPê li Rihayê biqedînin” daye. 2 meha berî sûîkastê, têlefonên çeteyê guhdarî kirin lê midaxele nekirin, heta ku sûîkast pêk hat, dûra ev girtin, dosye dane şûbeya têkoşîna dijterorê. Dema îfadeya çeteyê tê girtin, endamekî partiya me girtin û bi BDPê re têkildar kirin ku hişê gelê Rihayê tevlihev bikin. Dû hilbijartinan berdan, niha kesekî me bi vê mijarê re eleqedar girtî  tineye. Hat sehkirin ku ti eleqa BDPê pê tineye, bi temamî karekî çeteyê bûye û ew çete diyar bûye ku dike vê sûîkastê pêk bîne. Ji ber vê derdikeve holê ku tilîya desthilatdara AKPê di vê sûîkastê de heye.”