Serrûpel Nûçe “Balefirên bê pîlot di bin fermana artêş de tevegerê dikin“

“Balefirên bê pîlot di bin fermana artêş de tevegerê dikin“

Belav bike

 Erdogan di serdana xwe ya welatê Bulgaristanê de bersiva pirsên rojnamegeran der barê komkujiya Roboskiyê de da. Erdogan nûçeya rojnameya Wall Street Journal ku nivîsîbû ‘Emerîka pêzanînên îstîxbaratî da bû Tirkiyê’ derew bi navkir û nûçe bi rewşa hilbijartinên Emerîka ve girêda. Erdogan got ku ‘divê em baweriya xwe bi serfermandarê giştî bînin’ û got ku ‘balefirên bê pîlotdi bin fermandariya artêşa Tirkiyê de tevgerê dikin ne ya Emerîka.’ Gelo, Erodgan dixwaze bibêje ‘artêşa me komkujî pêk anî ye ne Emerîka?’ Li gor daxuyaniya Erdogan, berpirsê vê KOMKUJIYA GUNDÊ ROBOSKIYÊ Hikûmeta AKP’ê û Artêşa Tirkiyê ye.

Avestakurd