Serrûpel Nûçe Tîma Kurdistanê derbasî dora din a şampiyoniya Filistînê bû

Tîma Kurdistanê derbasî dora din a şampiyoniya Filistînê bû

Belav bike

 Bo cara yekê ku tîma futbolê ya Kurdistanê weku tîma netewî beşdarî Şampiyoniya Filistînê ya Navnetewî dibe, di dora yekê ya vê şampiyoniyê de serkeftineke zêrîn bi dest dixe. Tîma Kurdistanê piştî serkeftina xwe ya beramber tîma Morîtaniyayê 3-1, duhî (19/5/2012) derkete listika xwe ya duyê beramber tîma Endoneziya. Listik li demjmêr 6’ê êvarê li ser yarîgeha şehîd Husênî ya bajarê Ramella destpêkir û bi awayekî zindî ser ekrana kanala Filistîn ya asîmanî hate weşandin. Di deqeya 17’emîn ji listikê gogbazê tîma Kurdistanê Armanc Ebdula gola Kurdistanê tomarkir, lê paşê û di nava çend deqeyan de tîma Endoneziya gola wekheviyê tomarkir. Listik wekhev bi dawî bû. Li gor vê encamê, tîma Kurdistanê di nava koma xwe de bi 4 xalan weku serokê komê derbasî dora din a şampiyoniya Filistîn ya Navnetewî bû. 

Avestakurd