Serrûpel Nûçe Li Libnanê alîgirên Esed û muxalifan pevçûn: 2 kuştî

Li Libnanê alîgirên Esed û muxalifan pevçûn: 2 kuştî

Belav bike

  

Hat zanîn, li bajarê Tariq El Jaddieh ê li başûrê Beyrûdê pevçûn di navbera alîgirên Esed û kesên muxalifên rejîma Esed de derket. Di encam de 2 kes hatin kuştin û 18 kes jî birîndar bûn. Piştî leşkerên artêşa Libnanê hatin cihê bûyerê, pevçûn bi dawî bû. Hêjayî gotinê ye, ev necara yekê ye pevçûnên weha rûdidin. Jidema xwepêşandan li Sûriyê rûdayîn ve çendîn cara pevçûnên weha li Libnanê rûdane û gelek kes hatine kuştin.

 

Avestakurd