Serrûpel Nûçe Erdogan: Artêşê erka xwe bi cih anî ye

Erdogan: Artêşê erka xwe bi cih anî ye

Belav bike

‘Artêşa Tirkiyê erka xwe bi cihanî ye.’ Erdogan li Pakistanê bersiva pirsên rojnamegeran da û nûçeya di rojnameya navdar Wall Street Journal de hatî belavkirin de weke ‘rêveberiyê têxe tengasiyê binavkir.’ Her weha Erdogan got “Min ji CD’yên ku min lê temaşekir, tevgerek dît. Min bi xwe temaşekir. Li dora 30-40 kesan hene. Ne gengaz e ju miorv li wê bilindahiyê bibîne. Ev CD’yane Heronên me dane. Hêzên me jî tişta pêwîst kiriye. Ev herêm, cihê terorê ye. Ne cihê sivîl û gel e. Li cihên wisa hêzên ewlekariyê nizanin evane Ehmed in, an jî Mihemed in.” Erdogan got ku artêşa wan erka xwe bicihanî ye û divê baweriya me bi artêşa me hebe. Hêjayî gotinê ye, li 28′ berfanbara sala 2011’ê balefirên şer yên Tirkiyê komkujiya Roboskiyê pêkanî bû. Di vê komkujiyê de piraniya xwe zarok 34 ciwanên sivîl yên Kurd hatibûn kuştin. Li gor şahidên bûyerê ku bi xwe ji bûyerê filitîbûn, berî balefir wan bombebaran bikin wan bi xwe agahî daye leşkerên li wir ku ew qaçaxçîne û şahidan dabû diyarkirin ku ew leşker baş me nas dikin ku em karê qaçaxçîtiyê dikin.

 

Avestakurd