Serrûpel Nûçe Baydemîr pirtûkfiroşî kir

Baydemîr pirtûkfiroşî kir

Belav bike

Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr, beşdarî vebûna 3. fuara pirtûkan a Amedê bû û li ser standên pirtûkan geriya. Baydemîr li syanda Nûbiharê sekinî, pirtûk firotên û cîhaza POSê (ji bo danûstandina qerta qrediyê) bikaranî. Xebatkarên standa Nûbiharê kêfxweşiya xwe anîn ziman û bi Baydemîr re gotin, “hûn hatin firotinên me zêde  bûn.” Li ser vê Baydemîr bi henekî got, “firavîna min bidin, ez ê bi we re her pirtûkan bifiroşim.” 
Fuar bi slogana, “rêwitiya li erdnîgara qedîm a nivîsê” hat vekirin. Fuar, bi Kurdî, Tirkî, Erebî û Îngilizî xizmet dide û wê heta 27ê gulanê vekirîbe.
Di bergeha fuarê de, wek konferan, sohbet, guhdariya helbestan wê 40 çalakê bê lidarxistin û 300 nivîskar wê bi xwendevanê xwe re bêne ba hev.